Li Rojhilatê Kurdistanê 2 hezar xwepêşander hatine girtin

Nasnameya zêdetir ji 2 hezar girtî ji rojhilatê Kurdistanê, piştî xwepêşandanên meha derbasbûyî hat eşkerekirin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Nasnameya zêdetir ji 2 hezar girtî ji rojhilatê Kurdistanê, piştî xwepêşandanên meha derbasbûyî hat eşkerekirin.

Malpera Hengaw a Mafên Mirovan navên girtiyên xwepêşandanên meha derbasbûyî li Rojhilatê Kurdistanê eşkere kiriye, ku heta niha zêdetir ji 2 hezar xwepêşander ji bajarên Rojhilatê Kurdistanê hatine girtin.

Wê malperê ew yek jî eşkere kiriye, operasyonên li ser malan, ji aliyê Hêzên Ewlekariya Îranê ve berdewam in û heta niha, çarenivîsa gelek girtiyan nediyar e.

Ji 15 meha  bûrî ve xwepêşandan li piranîya bajarên Îranê û Rojhelata Kurdistanê li dijî birîyara hikûmetê bo zêdekirina buhayê Benzînê destpê kirin û bi hezaran xelk ji aliyê desthilatên Îranê ve hatine girtin. Li gor rêxistina Lêborîna Navdewletî, zêdetir ji 200 kes jî hatine kuştin.

 

S. B