Bahçelî: Kurd can û kezeba me ne (!)

Serokê Partiya Nijadperest MHPê Devlet Bahçeli got: Hevwelatiyên Tirk ku bi eslê xwe Kurd in "can û cîgera me ne”(!)”

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokê Partiya Nijadperest MHPê Devlet Bahçeli got: Hevwelatiyên Tirk ku eslê xwe Kurd in "can û cîgera me ne."

Bahçelî diyar kir: Hevwelatiyên eslê xwe Kurd in, xwedan binyat in, xwedan dîrok in û xwedan rûmet in.

Lê, yêk Al, yêk Xak, Yêk dewlet heye, ku zimanê  şirîn ê Tirki jî, jibo herkesî ye.

Devlet Bahçelî - Serokê Partiya Nijadperest MHPê diyarkir:

“Ew derdorên ku navbeyna Kurd û Tirkan xerab dikin, dê sernekevin. Hevwelatiyên me yên Kurd can û cigera me ne. Em ji dirokek hevpar, mejuyek pîroz tên û paşerojê em dê pêk ve ava bikîn.

Çi pêwendiya hevwelatiyên bi rêgez Kurd in, bi terorê re nîn e. Birayên me yên Kurd xwedan rûmet in. Xwedî li diroka me ya hevpar û biratiyê derdikevin. Ez ji dil û can birayên me yên Kurd himêz dikin. Silav û rêzên xwe bo birayên Kurd rêdikim. Em kesekî biçûk nabîn in. Em hemû yêk Millet in, yêk Al in, yên Xak in û yêk dewlet in Zimanê me yê Tirkiyê wek şîre dayikê helal e”.

 

 

C.B