Platforma Zimên: Divê Kurdî bibe zimanê fermî û perwerdehiyê

Li Diyarbekirê 9 Partî û rêxistinên Kurd û Kurdistanî li ser Zimanê Kurdî komxebatek li dar xistin.
kurdistan24.net

 

K24 – Diyarbekir

Li Diyarbekirê 9 Partî û rêxistinên Kurd û Kurdistanî li ser Zimanê Kurdî komxebatek li dar xistin. Di Komxebatê de pirsgirêk û xetereyên li ser Kurdî û rê û metodên parastina zimên hatin nîqaşkirin. Beşdarên konferansê da zanîn ku, ji Dewletê Tirkiyeyê dixwazin ku Zimanê Kurdî bibe fermî û perwerdehiyê.

Li Bakurê Kurdistanê cara pêşîn e ku bi beşdariya aliyên cûda li ser Zimanê Kurdî xebatek hevpar tê meşandin. Ji bo ku Zimanê Kurdî were parastin û wekî Tirkî li Tirkiye û Bakûrê Kurdistanê bibe zimanê fermî û perwerdehiyê ji beriya 3 mehan bi hevkariya Hereketa Azadî, DBP, HDP, OSP, PAK, PDK-BAKÛR, PKD-T, PÎA û PSK'ê xebatan dabû destpêkirin. Nûner û endamên partî û rêxistinên navborî û nêzî 90 kesên ku ji akademisyen, mafnas û lêkolîneran kêmasî û xetereyên li ser Kurdî hat nîqaşkirin. Yek ji endamê Platforma Zimên û Serokê Giştî yê PKD'a Bakur Sertaç Bucak got; em bi xebateke demokratîk, sivîl û aşitiyane daxwaza zimanê xwe dikin.

Endamê Platforma Zimên û Serokê PDK-Bakur Sertaç Bucak ji K24ê re got: "Hemû partiyên siyasî, rêxistinên sivîl û kesayetên bê alî yên Kurdistana Bakur li ser zimanê Kurdî wekî hev û din difikirin. Wê demê ev gaveke girîng e ji bo me. Ger em vê gavê baş bihavêjin û nekin meseleyên siyasî wê demê em ê biser bikevin."

Di komxebatê de beşdar û axaftanan bal kişandin ser pirsgirêkên Zimanê Kurdî û amaje kirin ku axaftina zimanê Kurdî di nav jiyana bajêr de qels dibe û divê ji bo parastina zimên kar û xebatên hevpar bidin destpêkirin. Axaftvanan amaje kirin ku bi destê qeyûman Zimanê Kurdî tê armanckirin lê divê Kurd li zimanê xwe xwedî derkevin û ji Neteweyên Yekbuyîn, UNESCO û Dewletên cîhanê piştgirî were xwestin. Parlementera berê ya BDP'ê û Endama Platformê Mulkiye Bîrtaneyê jî amaje kir kû armanca platformê ew e ku bi têkoşîneke hevpar qedexeyên li ser zimên werin rakirin.

Mulkiye Bîrtaneyê dibêje: "Hişmendiyek zanîn û girangiya ziman divê di hizir û fikira her Kurd û partiyekê de çêbibe.  Ez dibêjin hişmendiya ji vê hêlê hinekê qels maye, pişaftinê bandoreke zêde li ser peyda kiriye. Ev platform dê hewil bide ku xebatan bike û wê hişmendiyê çêbike."

Daxwaza endamên Platforma Zimanê Kurdî ya sereke ji Dewleta Tirkiyeyê ew e ku, di yasayan de Kurdî were naskirin û ji malbatan jî tê xwestin ku di jiyana rojane de jî ji bo bikaranîna Kurdî seferberiyeke berfireh bide destpêkirin. Di encama komxebatê de komîsyonek ji bo Kurdan yek ji bo Tirkan ya din jî ji bo Cîhanê qala rewşa zimanê Kurdî bikin û piştiriyê bigirin hatin avakirin. Encamnameya komxebatê di 12'ê Mijdarê roja Dûşemê bi awayeke berfireh ji raya giştî dê were aşkerekirin.