Nêçîrvan Barzanî û Konsolê Îranê rewşa Iraq û navçeyê guftûgo kirin
K24 – Navenda Nûçeyan
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pîrozbahî li destbikarbûna Konsolê Giştî yê Komara Îslamî ya Îranê li Hewlêrê kir û hêviya serkeftinê di kar û erkên xwe de jê re xwast.
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li Hewlêrê ligel Konsolê Giştî yê Îranê li Hewlêrê Nesrula Reşnûdî civiya û di civînê de dawî pêşhatên Iraq û navçeyê bi giştî guftûgo kirin.
Pêwendiyên Herêma Kurdistanê û Komara Îslamî ya Îranê, pêwendiyên Hewlêr – Bexdayê û berdewamiya guftûgoyên çareserkirina pirsgirêkan, tewereke din a hevdîtinê bûn.
S. B