'Li Tirkiyeyê 448.901 zaroyên Sûriyeyî perwerdeyê nabînin

Li Enqere ya paytexta Tirkiyê derbarê entegrasyona penaberên Sûriyeyî di perwerdehiya Tirkiye de panêlek hate lidar xistin. Di panêlê de xebatên Projeya Piştgirîkirina Entegrasyona Zarokên Sûriyeyî Di Perwerdehiya Tirkiye de (PÎKTES) hatin axaftin û dane hatin parve kirin. Li gor daneyên vê projeyê, niha li Tirkiyeyê 1 milyon 82 hezar û 172 zarokên penaber di temenê perwerdehiyê de ne. Pisporan jî got, hewce ye di dema perwerdehiyê de, entegrasyon û asimilasyon neyên tevlîhev kirin.

K24- Enqere

Li Enqere ya paytexta Tirkiyê derbarê entegrasyona penaberên Sûriyeyî di perwerdehiya Tirkiye de panêlek hate lidar xistin. Di panêlê de xebatên Projeya Piştgirîkirina Entegrasyona Zarokên Sûriyeyî Di Perwerdehiya Tirkiye de (PÎKTES) hatin axaftin û dane hatin parve kirin. Li gor daneyên vê projeyê, niha li Tirkiyeyê 1 milyon 82 hezar û 172 zarokên penaber di temenê perwerdehiyê de ne. Pisporan jî got, hewce ye di dema perwerdehiyê de, entegrasyon û asimilasyon neyên tevlîhev kirin.

Li Sûriyeyê ji sala 2011an û vir ve şerê navxweyî berdewam dike û di encama vî şerî giran de bi mîlyonan kes bûne penaber û neçar mane ku welatê xwe biterikînin. Bi hejmareke nêzî 4 milyonan jî welatê ku herî zêde penaber hewandiye Tirkiye ye. Li Enqereya paytexta Tirkiyeyê jî li ser perwerde û entegrasyona zarok û ciwanên penaber yên ku li Tirkiyeyê dijîn panêlek hate sazkirin. Ji aliyê cîgirê Dîrektora Projeya Piştgirîkirina Entegrasyona Zarokên Sûriyeyî Di Perwerdehiya Tirkiyeyê (PÎKTES) de Metîn Çatar ragihand niha 1.082.172 zarokên penaber li Tirkiyeyê di temenê perwerdeyê de ne û bi saya projeyê ji vanan 633.901 zarok perwerde dibînin.

Beşdar û panêlîstan bal kişandin ku di van projeyan de piştgiriya Yekîtiya Ewropayê û Saziyên Navdewletî yên ser penaberan rolekî girîng dileyîzin.

Prof. Dr. Şebnem Akçapınar (dîrektora Navenda Koçê / Zanîngeha Enqereyê ya zanistên civakî) dibêje: "Helbet fonên ku ji Yekîtiya Ewropayê û sazîyên din yên navdewletî tên gelekî girîng in. Tirkiye heta niha ji bo entegrasyon û bo başkirina şertên penaberên Sûriyeyî zêdetirî 40 mîlyar dolaran xerc kirîye. Ger ev fon bo van projeyên ji sala 2017an ve dest pê kirine, ku PIKTES jî yek ji wan e; neyên dabîn kirin mixabin dê hem bo gelê Tirkiyeyê hem jî bo penaberên Sûriyeyî, Îranî û Iraqî rewş xiraptir bibe û di entegrasyona wan de kêşe rû bidin."

Doç. Dr. Başak Yavcana Pispora Têkiliyên Navneteweyî ku ser politîkayên civakî û koçê dixebite jî li ser xwendekarên penaber ku li zanîngehên Tirkiyeyê dixwînîn û têkiliyên wan yên bi derdora wan re gotarekê pêşkêş kir. Yavcan got divê entegrasyon û asîmîlasyon neyê tevlîhev kirin û ger tenê bi zimanê Tirkî perwerdeyî bibînin dema vegeriyan welatên xwe ew ê nikaribin li wê derê bi zimanê xwe bijîn.

Doç. Dr. Başak Yavcan (pispora têkiliyên navneteweyî / Zanîngeha TOBBê) got: "Ne tenê bo xwendekarên penaber bo hemû penaberan paşvevegerîn proseyeke zehmet e. Di vê proseyê de dema penaber vegeriyan welatên xwe girîng e ku gel û saziyên wê heremê wan qebûl bikin. Dema ev qebûlkirin pêk neyê, em dibînin ku ew kesên vedigerin

welatên xwe dîsa tên Tirkiyeyê û çareseriyeke mayînde pêk nayê. Ji ber vê yekê jî di perwerdehiya penaberan de politîkayên ku tên meşandin girîng in."

Di panêlê de hate ragihandin ku projeya PIKTESê li 26 bajarên Tirkiyeyê ku penaberên Sûriyeyî lê zêde ne tê meşandin û bi foneke biqasî 4 milyonan di sala 2016an da hatiye damezrandin. Herwiha li gorî daneyên projeya PIKTESê ku ji aliyê Yekîtiya Ewropa, UNÎCEF, Bankaya Cîhanî, Serokkomarî û Wezaretên Tirkiyeyê ve jî tê piştgirîkirin, li Tirkiyeyê 448.901 zarokên Sûriyeyî perwerdeyî nabînin.