4 welatiyên Efrînê ji aliyê çekdaran ve hatin revandin
K24 – Navenda Nûçeyan
Grûpên çekdar ên bi artêşa Tirkiyê re Efrîn dagîr kirine, bi armanca standina pereyan ji xelkê Efrînê, rojane hejmarek kes direvînin û lê didin.
Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê di raportekê de belav kir, li navçeya Cindirêsê, grûpa bi navê Polîsa Serbazî pêr 16ê vê mehê welatiyê bi navê Cemîl Mihemed Şakir revand û li hember berdana wî daxwaza 300 hezar Lîreyên Sûrî kir.
Diyar kir jî, ev cara duyem e Cemîl Mihemed Şakir ji aliyê grûpeke çekdar ve tê revandin, pêştir jî grûpeke çekdar ew revandibû û piştî 300 hezar Lîre jê standibûn berdabûn.
Wê rêxistina mafên mirovan ragihand jî, roja 16ê vê mehê grûpa bi navê Silêman Şah bi ser gundê Kaxurê girt û her yek ji Ehemd Mihemd Hebeş, Welîd Qaziqlî û Hemo Mihemed Weqas revandin.
Amaje bi wê jî de, hefteya bûrî jî heman grûpê herdu bira Welat û Idrîs Hec Elî Epo ji gundê Kaxurê revandibûn û lê dabûn û lingê Welat şikandibûn.
S. B