Îran 2 peyaman ji Sûriyê digihîne Tirkiyê

Hikûmeta Sûriyeyê bi riya Îranê re 2 peyaman ji hikûmeta Tirkiyê re birê dike

K24 – Navenda Nûçeyan

Hikûmeta Sûriyeyê bi riya Îranê re 2 peyaman ji hikûmeta Tirkiyê re birê dike

Wezîrê Derve yê Îranê Mihemed Cewad Zarîf serdana Tikriyê kir û digel hevpostê xwe yê Tirkiyê Mewlût Çavuşoglu civiya û piştî civînê bersiva pirsên rojnamevanan dan.

Zarîf ragihand, wî ji hikûmeta Sûriyeyê 2 peyama bo Tirkiyeyê anîne, lê wî di derbarê naveroka wan de ti agahî nedan.

“2 rojên dawî ez li Sûriyê bûm. Digel Serokê Sûriyê û Wezîrê Derve yê Sûriyê min hevdîtin kirin. Li ser naveroka van hevdîtinên xwe, ez digel Çavuşoglu axifîm û min peyamek da wî. Li ser hevdîtinên xwe yên Sûriyê ezê peyamek din jî bidim Serokomar Erdogan.”

Wezîrê Derve yê Îranê Mihemed Cewad Zarîf berî duhî li ser vexwendina Serokê serdana Sûriyê kiribû û ligel Serokê wî welatî Beşar Esed û Wezîrê Derve ve civiyabû.

Medyaya Îranê ragihand, ji bo aktîvkirina peymanên di navbera Sûriyê û Tirkiyê de, Zerîf ji piştî Sûriyê serdana Tirkiyê dike.

 

S. B