Evro şanderê navdelwetî ji bo Sûriyê li gel wezîrê derve yê Sûriyê dicive.
K24- Hewlêr
Ji bo gotûbêjkirina mjara komîteya destûra Sûriyê, evro şanderê navdelwetî ji bo Sûriyê li gel wezîrê derve yê Sûriyê dicive.
Şanderê navdewletî ji bo Sûriyê, ji şeva bûrî ve gehaye Dîmeşqê û biryare Evro derbarê komîteya destûra Sûriyê û destipêkirina civînên wê li gel berpirsên Sûriyê bicve.
Li gor ku hatîye belavkirin biryare Pêderson li gel Welîd Elmu'elm, wezîrê derve yê Sûriyê û cêgrê wî, Feysel Midad jî bicve.
Di hefteya bûrî de, pêderson li Moskoyê bû û li gel wezîrê derve yê berevanîya Rûsiyê, rewşa Sûriyê gotûbêj kiribû, bi taybetî jî pêşhatên li Îdilbê û destbkarbûna civînên komîteya destûra Sûriyê.