Şivanek bi gulle ya hêzên Îranê li Sîdekan birîndar bû

Nûçegihan Kurdistan24 li Soran ragehand: Şivanek bi navê Ebabekir Xerîb Ûmer , temen 20 sal, bi gulle yên hêzên Îranî li deverên sinûrî yên Sîdekan birîndar bû.

K24- Soran

Nûçegihan Kurdistan24 li Soran ragehand: Şivanek bi navê Ebabekir Xerîb Ûmer , temen 20 sal,  bi gulle yên hêzên Îranî li deverên sinûrî yên Sîdekan birîndar bû.

Xuya jî kir ew Şivanê birîndar bûy xelkê akrê ye û bi mebesta çerandina pezan, çend mehin mala xwe anîye zozanên wê deverê.

Nûçegiha me  got jî: Topxaneyên Îranê berdewamin li ser topbarankirina deverên sinûrî yên navçe ya biradost û Hacî Omeran û agir berbûye rez û bîstanên gundîyên wê deverê.

Li ser çol bûna devrên sinûrî, Kirmanc Îzet, qaymeqamê Soran bi Kurdistan24  re got: Eger topbaran û burdûmana Îran û Tirkiyê berdewam be, hemû gundên ser sinûr dê çol bin, çunku tenê di dû rojan de yek şehîd bûye û sê kes jî birîndarin.

Ragehand jî: çend salin rewşeke naakincî li van sinûean durist bûye û ji bilî zîyan gehandinê bi xelkê sivîl, ji alîyê sîyasî û serbazî ve ti guhertin çê nebûye, lew divê PKK û Opizisyona Îranê rewşa Herêma Kurdistanê li ber çavan bigirin. Di heman dem de bi bîyanû ya hebûna wan hêzan welatên derdor zulmek mezin li herêma Kurdisatanê dikin. Duhî jî bi egera tpbarana Îranê li devera sinûrê nahye ya Sçdekan kiçek bi navê Zeytûn Qadir şehîd bû û dû birên wê jî birîndar bûn.