Brîtanya guhartinên erênî yên Herêma Kurdistanê bi hêvî dizane

Roja çarşem 17.07.2019 li Selaheddîn Serok Mesûd Barzanî pêşwazî li Balyozê Brîtanya li Iraqê John Wilkes kir.

K24 – Navenda Nûçeyan

Roja çarşem 17.07.2019 li Selaheddîn Serok Mesûd Barzanî pêşwazî li Balyozê Brîtanya li Iraqê John Wilkes kir.

Di hevdîtinê de ku Konsolê Giştî yê nû yê Brîtanya li Hewlêrê James Thornton jî amade bû, Balyozê Brîtanya xweşhaliya xwe bi wê guhertinên erênî ragihand, di proseya siyasî ya Herêma Kurdistanê û her wiha pêşveçûna peywendî û danûstandinên di navbera Hewlêr û Bexdayê de rû daye û wekî hêviyekê da zanîn. Balyozê Brîtanya palpiştiya welatê xwe jî ji bo hikûmeta nû ya Herêma Kurdistanê dupat kir. Her wiha bal kişand li ser daxwaza Brîtanya ya li pêşxistina peywendiyên li gel Herêma Kurdistan û Iraqê.

Ji aliyê xwe ve Serok Barzanî peywendî û hemahengiya di navbera Herêma Kurdistan û Brîtanya bi girîng binav kir û hêvî xwest ew peywendî berev pêşve biçin û hêviya serkeftinê jî li erk û karê nû yê Konsolê Giştî yê nû Brîtanya li Hewlêrê xwest.

Rewşa siyasî û guhertinên li ser asta herêmî û navdewletî û her wiha guftûgokirina gefên terorîstên DAIŞê û metirsiyên dubare derketina wan, mijareke dinê vê civînê bûn.