Tirkiye: Me xwişka Bexdadî desteser kir!

Ligor berpirsê ragihandin/danûstandinê yê Serokomariya Tirkiye Fahrettin Altun diyar kirî, Xwişka Serokê rêxistina terorê DAIŞê Ebûbekir Bexdadî, Rasmiya Awad ji alî hêzên ewleyî yên Tirkiye ve li bakurê Sûriye hatiye desteser kirin

K24 – Navenda Nûçeyan

Ligor berpirsê ragihandin/danûstandinê yê Serokomariya Tirkiye Fahrettin Altun diyar kirî, Xwişka Serokê rêxistina terorê DAIŞê Ebûbekir Bexdadî, Rasmiya Awad ji alî hêzên ewleyî yên Tirkiye ve li bakurê Sûriye hatiye desteser kirin.

Herweha birêvebirek Tirk ji Ajansên Associated Press (AP) û Reuters re diyar kiriye, ku desteserkirina Rasmiya Awad dikare gelek agahdariyê girîng derbarê DAIŞ de eşkere bike.

Berpirsê ragihandin/danûstandinê yê Serokomariya Tirkiye Fahrettin Altun di hesabê xwe yê twitterê de nivîsandiye: Têkoşîna terorê ya Tirkiye, bê ferq a ideolojî û nasnameyî, bi dijwarî berdewam dike. Desteserkirina xwişka Bexdadî nimûneyek têkoşîna me ya bêhempa hemberî terorê ye”.

 

 

 

C.B