Rêber Ehmed: Li Iraqê berî qeyrana aborî û xizmetguzariyê, qeyrana siyasî heye

Wezîrê Navxwe ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê Rêber Ehmed di paneleke Dîdara Aştî û Asayişa Rojhilata Navîn li Zanîngeha Amerîkî – Kurdistan li Duhokê de ragihand, berî qeyrana aborî û xizmetguzariyê li Iraqê hebe, qeyrana siyasî heye. Got jî: Herêma Kurdistanê piştevaniyê li çareserkirina pirsgirêkan bi riya guftûgoyê dike û amade ne bi guftûgoyê pirsgirêkên bi Bexdayê re çareser bikin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Wezîrê Navxwe ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê Rêber Ehmed di paneleke Dîdara Aştî û Asayişa Rojhilata Navîn li Zanîngeha Amerîkî – Kurdistan li Duhokê de ragihand, berî qeyrana aborî û xizmetguzariyê li Iraqê hebe, qeyrana siyasî heye. Got jî: Herêma Kurdistanê piştevaniyê li çareserkirina pirsgirêkan bi riya guftûgoyê dike û amade ne bi guftûgoyê pirsgirêkên bi Bexdayê re çareser bikin.

Wezîrê Navxwe yê Herêma Kurdistanê Rêber Ehemd got: “Piraniya welatan li ser bingeha berjewendiya welatiyan û gelên wê navçeyê dirust nebûne, belkû ji encama rêkeftinên navdewletî yên piştî Şerê Cîhanê yê Yekem dirust bûne. Heger vegerin ser rewşa Iraqê, Iraq li ser bingeha hevbeşî û pêkvejiyanê dirust bûye, du pêkhateyên sereke di dema dirustbûna Iraqê di sala 1921an de hebûn, ew jî Kurd û Ereb bûn.”

Got jî: “Ma sîstema desthilatdariyê ew hevbeşî bicih aniye? Bi dilniyayî şikestî aniye. Iraq hîna di qonaxa dirustbûnê de ye, piştî 100 salî hîna dewleta Iraqê bi awayê ku bi daxwaza tevahiya pêkhateyan be dirust nebûye. Pirsgirêk di wê de ye, divê baweriyê bi hev bikin, ji bo bi hev re bijîn. Divê baweriya temam di navbera pêkhateyan de hebe, ta bikaranîna desthilata siyasî li Bexdayê bikin.

Herwiha got: Li Iraqê pirsgirêka mezhebî jî heye, ji bo pirsgirêkan çareser bikin, divê destê xwe bixin ser pirsgirêkan û bibêjin pirsgirêkên me hene. Bi dilxweşkirin, welat dirust nabin. Dilxweşkirin di proseya siyasî de nîn e. Niha qeyraneke siyasî li Iraqê heye, berî qeyrana aborî û xizmetguzariyê hebe, qeyrana siyasî di navbera pêkhateyan de heye.”

Diyar kir: “Di 85 salên bûrî de, birayên Sune hikûm dikirin û ewên din li derveyî desthilatê bûn. Ji piştî sala 2003an jî sîstem hat guhartin û birayên Şîe hatin ser desthilatê. Niha birayên Sune ji encama siyasetên şaş, çûne bal beşek ji teroristan, ji bo pêşerojekê ji xwe re misoger bikin. Em niha serederiyê li ser encaman dikin û behsa prisgirêk û sedemên wê nakin.”

Derbarê guftûgoyên di navbera Hewlêr û Bexdayê de Rêber Ehmed got: “Niha ji piştî qonaxa du şeran, şerê navxweyî ya di navbera Herêm û Bexdayê di 16ê Cotmeha 2017an de û şer li dijî DAIŞê rû dane, niha du kabîneyên hikûmî hene, niha di serdema van herdu kabîneyan de derfetek heye wek derfeta sala 1921an û derfeta sala 2003an, bihêvî ne, wan pirsgirêkan çareser bikin.”

  

S. B