Aliyên Kurdistanî li dijî biryarekê li Kerkûkê xwe pêşan didin

Li dijî erkdarkirina mamoste û karmendan li Kerkûkê, biryar e sibe Yekşemê aliyên Kurdistanî li pêş Rêveberiya Perwerde ya Kerkûkê xwe pêşan bidin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Li dijî erkdarkirina mamoste û karmendan li Kerkûkê, biryar e sibe Yekşemê aliyên Kurdistanî li pêş Rêveberiya Perwerde ya Kerkûkê xwe pêşan bidin.

Peyamnêrê K24ê li Kerkûkê da zanîn, îro aliyên siyasî li ser asta berpirsên pêwendiyan civiyan û biryar dan, sibe li pêş Rêveberiya Perwerde ya Kerkûkê li dijî nedadperweriya erkdarkirina mamosteyan ji aliyê Perwerdeya Kerkûkê ve nerazîbûna xwe nîşan bidin.

Ev piştî wê tê, bi biryara parêzgarê sepandî yê Kerkûkê û bi hevbeşî ligel Rêveberiya Perwerde ya Kerkûkê ji koma 2885 karmendên perwerde, 1850 karmendên perwerdeyê ji pêkhateya Ereb wergirtine, li hemberê jî 500 karmend ji Kurd û 412 jî ji pêkhateya Tirkmen wergirtine. Kurd û Tirkmen jî vê yekê red dikin.

Girêdayî vê biryarê, hefteya bûrî Pelemanterê Kurd di Perlemana Iarqê de Rêbwar Taha ragihand, piştî civîna wan bi Desteya Nezahet (Destpakiyê) a Iraqê re, wê desteyê nezaheya Kerkûkê raspartiye, ta lêkolînê di vê derbarê de bike û dest bi rêkarên yasayî bike.

 

S. B