Rêjeya dengdana taybet li Herêma Kurdistanê bi vî şêwazî bû

Li parêzgeha Hewlêrê, ji koma 93 hezar û 571 dengderan, 78 hezar û 186 dengder, beşdarî piroseyê bûn.

K24 - Navenda Nûçeyan

Îro 10ê Gulanê, piroseya dengdana taybet, ya hilbijartinên Perlemana Iraq hat encamdan û biryar e dengdana giştî roja 12ê vê mehê destpê bike.

Li gorî zanyariyên nûçegihanê Kurdistan24ê, rêjeya beşdarîkirinê di dengdana taybet de, li parêzgeha Hewlêrê, 84% bû û rêvebirê şaxê Hewlêrê yê Komisyona Hilbijartinan ragihand, ku pirose bi awayekî serkevtî bidawî hat.

Li parêzgeha Hewlêrê, ji koma 93 hezar û 571 dengderan, 78 hezar û 186 dengder, beşdarî piroseyê bûn.

Ji aliyê xwe ve rêvebirê giştî yê şaxê Silêmaniyê yê Komisyona Hilbijartinan Hawrê Tewfîq ragihand, ku rêjeya beşdarîkirinê di dengdana taybet de li Silêmaniyê, 67% bû û pirose demjimêr 6ê êvarî bidawî hat.

Li parêzgeha Dihokê jî, rêjeya beşdarîkirinê di dengdana taybet, 83% bû.

Li parêzgeha Kerkûkê, ku niha di bin kontrola hêzên Iraqî û milîsên Heşda Şeibî de ye, rêjeya dengdanê 66% bû, ji koma 36 hezar û 544 kesan, ku mafê wan yê dengdanê heye, 22 hezar û 548 dengder beşdar kirin.

N.O