Tuneleke nû bo Derbendîxanê dihêt durstkirin û pirojeya Şemendefirê jî heye
K24- Hewlêr
Dana Ebdulkerîm wezîrê avedankirin û akincîbûnê di hikumeta Herêma Kurdistanê de, çend pirojeyek bo baştirkirina rê û cadeyên Herêma Kurdistanê aşkera kir.
Di dema serdana xwe de bo şuqeyên kirêçîyan li Hewlêrê, Dana Ebdulkerîm di hevpeyvîneke rojnamevanî de got: Çunku Tunêla Derbendîxan gelek kevne, biryare tuneleke bo Derbendîxanê bihêt duristkirin.
Ragehand jî: Di dema çar salên dahatî de, cotsayîd a di navbera Silêmanî- Kelar dihêt temamkirin û hewil didîn tunêla nûya Derbendîxanê jî hevdem temam bibe.
Li ser xîça asnîn jî, wezîrê avedankirin û akincîkirinê got: Me piroje daye Civata wezîran û her demeke ku hat pesindkirin Em dê ragehînîn.