Mesrûr Barzanî: Divê rêgirî li serîhildan û duristbûna DAIŞê bê kirin

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di Dîdara Aştî û Asayişa Navîn li Duhokê de beşdar e û di çarçova xişteya karên îro yên dîdarê, dîbeyteke wî ya taybet birêve diçe.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di Dîdara Aştî û Asayişa Navîn li Duhokê de beşdar e û di çarçova xişteya karên îro ya dîdarê, dîbeyteke wî ya taybet birêve diçe. Di dîbeytê de behsa pirsên girîng û hestiyar yên di meydanên siyasî yên Kurdistan, Iraq û navçeyê û pirsgirêk, şer û koçberbûna xelkê û pirsgirêkên berdewam ên navçeyê dike.   

Mesrûr Barzanî got: Pirsgirêkên mirovî wê demê rû didin, ku pirsgirêkên din hene, yek ji mezintirîn pirsgirêkan jî ewlehî bû. Serîhildana terorê, qirkirina nijadî, cudawaziyên siyasî û şikestina aboriyê, hemûyan wiha kir ku koçberî û penaberî ji navçeyekê bo navçeyeke din zêdetir bin. Niha dibînin ku gelek xelk vedigerin Herêma Kurdistanê, ji ber ku Herêma Kurdistanê gelekî aramtir e, rêz li xelkê tê girtin û tên parastin.

Yek milyon û nîv ji penaber û koçberan li Herêma Kurdistanê hene, di vê demê de jî koçberên Sûrî tên. Nêzîkî 16 hezar kesî sînor derbas kirine û li kampan bicih bûne. Min serdana kampa wan kir, azar û wêrankariya bi serê wan hatiye min dît.

Ji bo ew pirs bi tevahî bidawî bibe, divê tiliya xwe danin ser bingeha pirsgirêkan. Ji bo çi xelk navçeyên xwe dihêlin û direvin. Bawer im dema bi awayekî giştî binêrin, dibînin ku herêm bi tevahî di pirsgirêkan de ye. piraniya xelkê dema navçeyên xwe dihêlin, ji ber ku hest bi aramiyê li navçeya xwe nakin û ne parastî ne. Ev berpirsatiyeke mezin e ji Herêma Kurdistanê re û erkekî giran e.

Daxwaz ji Hikûmeta Iraqê û civaka navdewletî dikin, hevkariya me bikin, lê asta hevkariyan di wê astê de nîn e ku erkê me kêm bike. zêdetir ji milyar û nîvek Dolar xercê salane yaw ê pirsê ye. Herwiha çareserî heye ji bo bikarin bi riya hevkariya wê xelkî bê kirin û vegerin, lê ew venagerin, heger aramî û ewlehî û cihekî parastî nebe. Ew venagerin, heger xizmetguzariyên seretayî ji dibistan, nexweşxane, kar û mûçe nebe. Bi dilniyayî piraniya xelkê li kampan dijîn, piştî şikandina DAIŞê hinan xwastin vegerin navçeyên xwe, lê dema vegeriyan dîtin, xizmetguzariya ji wan re heye, ne nîvî ya li kampan heye, ji ber wê jî vegeriyan Kurdistanê.

Em daxwaz ji civaka navdewletî dikin, alîkariya me bikin, ji bo bikarin hevkariya koçberan bikin. Herwiha ji bo hebkariyê bidin bo ew vegerin cihên xwe. Herwiha erkê Hikûmeta Iraqê ye jî xizmetguzariyên pêwîst ji wan re pêşkêş bike.

Li ser pirsa DAIŞê, Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê got: Ne bawer im DAIŞ hatibe jinavberin. Ev hizr û îdolojiyeke taybet e. Wan kontrola desthilatê li navçeyan jidest daye, lê DAIŞ wek hizr îdolojî maye. Çekdarên wan jî hene û bi hezaran li Sûriye, Iraq û navçeyê li pişta wan in. Ji bo jinavbirina DAIŞê, tenê bi riya serbazî nabe, divê rêgirî li rêç û sedemên bingehîn ên serîhildan û duristbûna DAIŞê bê kirin.

Wek nimûne, li Iraq û Sûriyê dema ewlehî ne li ber dest be, teror geş dibe. Ligel wê jî hin sedemên din hene ku teror derkeve, ji wan jî şikestina siyasî, yan hikûmranî, şikestina aborî, hejarî û nebûna dadgeh dibin palner bo dirustbûna DAIŞ û grûp û mîlîşyayên çedkarî.

Ji bo terorê jinav bibin, divê amaje bi wan pirsgirêkan bikin. divê têgihîştin û rêkeftina siyasî di navbera aliyan de hebe, ji bo bawerî ji xelkê re vegere û hest bi nûneratiyeke rasteqîne bikin û aboriyeke wan a baş hebe û mûçe û xizmetguzarî bigihin xelkê.

Derbarê xwepêşandanên Iraqê de Mesrûr Barzanî diyar kir: Mafê xwepêşanderan heye, nîgeraniya xwe dibirînin. Em piştevaniyê li daxwazên aştiyane û rewa yên xwepêşanderan dikin. Ew hêjayî jiyaneke baştir a dewletdarî, yeksanî û dabînkirina tevahiya xizmetguzariyan in.

Pisgirêkên hene me ji pazdeh şazdeh salî ve têbîniya wan dikir. Hikûmeta niha û Serokwezîr bi take berpirs û îdareya bûyeran Iraqê nizanin.  Divê derfet jê re were dayîn, ta çaksaziyên pêwîst bike.

Herwiha got: Ji sala 2003an ve û heta niha derfet ji Iraqiyan çê nebûye nerîna xwe bidin û her dem ecindeyên herêmî li ser tabloya siyasî ya Iraqê dihat sepandin û piştî danîna destûrê em geşbîn bûn, lê komek ji bendên wê nehatin bicih kirin û hatin piştguhkirin.

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li ser hikûmeta niha got: Hikûmeta me hikûmeteke xizmetguzariyê ye û navnîşana wê ya sereke rûbiûbûna gendeliyê, çaksazî û başkirina jiyana xelkê ye. Wan ta asteke bilind jî kariye gendeliyê kêm bikin. Karê baş ş hikûmeta baş kilîta serkeftinê ye.