Di erdheja xarpêtê de ciwanek Sûrî bû leheng

Li Xarpetê di bûmelerzê de, xortek Suriyeyî bû yekemin leheng, ku ji bin kavilan mirov rizgar kirin. Mehmûd Osman ê Suriyeyî ku li Xarpetê xwendekar e, hewara yekem gihand welatiyên bin kavilan û malbatek rizgar kir. Piştî ku malbata birîndar li nexweşxaneyê tedawî bûn jî, yekem karê wan, li wî lehengî geriyan û spasiya wî kirin.

K24- Amed

Li Xarpetê di bûmelerzê de, xortek Suriyeyî bû yekemin leheng, ku ji bin kavilan mirov rizgar kirin. Mehmûd Osman ê Suriyeyî ku li Xarpetê xwendekar e, hewara yekem gihand welatiyên bin kavilan û malbatek rizgar kir. Piştî ku malbata birîndar li nexweşxaneyê tedawî bûn jî, yekem karê wan, li wî lehengî geriyan û spasiya wî kirin.

Di bûmelerza Xarpetê de, gelek çîrokên balkêş yên xweşî û nexweşî peyda bûn, bê guman, lê ji aliyê xortekî Suriyeyî ve gihandina yekemin hewarî û rizkarkirina malabatekî di raya giştî de deng veda.

Mehmûd Osman, xortekî Suriyeyî ye û niha li Zaningeha Firatê, amadekariya Endezyarî dixwîne. Mehmûd radigihîne ku tiştê wî kiriye, legehengî û pesindariyeke mezin nîn e, lê peywireke mirovî ye. Dîsa balê dikşîne ku li Suriyeyê, tiştên wiha her tim dibin û daxwaz dike ku li hember paneberên Suriyeyî bi pêşqebûlên neyînî helwest neyên danîn.

Mehmûd Osman - rizgarkarê malbatek ji bin kavilên bumelerzeya Xarpetê- got:"Ez ji salona werzişê derketibûm û berbşi malê ve diçûm, dengekî hat min, lê ez piştrast nebûm. Min bi ronahiya telefonê, di pencereya kavilê de nihêrî, lê cara ewil min tiştekî nedît. Piştre dîsa deng hat, ev car piştrastbûm ku dengê mirovan dihat. Min jî yekser bang li hevalan kir û me dest bi hewldana derxistin û rizgar kirinê da. Tu alet û amûrekî tunebû di destên me de, me bi destan hewlan da û ewil yê zilam derxist, piştre jî jinikê. Ji ber lingên jinikê di bin kavilekî de mabû piçek zehmet bû, lê me ew kavil rakir û wê derxist"

Hevalên Mehmûd jî radigihînin ku ew bi wî pesindar in û ew jî amadene ku peywirên xwe yên mirovî di her halî de bîcîh bînin.

Salih Erdewrêş beriya Mehmûd Osman hatiye Tirkiyeyê û ew jî li Zaningeha Firatê di Beşa Endezyariya Nermalavê di pola duyemîn de dixwîne. Salîh fêrî Tirkî jî buye û balê dikşîne ku piştî ji Suriyeyê hatine pirsgirêka wan ya mezintirîn nezanîna ziman buye.

Salîh Erdewrêş- welatiyê Sûryeyî got:  "Em wek hevalên wî, bi karê Mehmûd serbilind bûn. Jixwe dema rizgarkirina wê malbatê de, em gelek Suriyeyî bihevre çûn rizgariyê. Wek mirovên ku niha li vî welatî ne, me peywira xwe ya mirovî kir û em jî bi rizgarkirina welatiyên sax gelek kêfxweş in."

Li Xarpetê, xebatên lêgerîn û rizgar kirinê yên piştî bûmelerzeyê, bi dawî hatin û di encama bumelerzeya ku 6.8 pêk hatibû de 41 kes canê xwe ji dest dan, 1607 kes jî birîndar bûn. Tedawiya 13 birîndaran hêj jî berdewam dike.