Hêzên rêjîma Sûriyê 4 derbiderên Efrînê revandin

Hêzên ser bi rêjîma Sûriyê 4 derbidirên Kurd ên Efrînê li bajarê Nublê yê li bakurê Helebê revandin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Hêzên ser bi rêjîma Sûriyê 4 derbidirên Kurd ên Efrînê li bajarê Nublê yê li bakurê Helebê revandin.

Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan belav kir, 4 koçberên Efrînê ku dixwastin derbasî Helebê bibin, li ser xala pişknînê ya li bajarokê Nublê ji aliyê grûpeke ser bi hêzên rêjîma Sûriyê ve hatin revandin.

Li gor Rewangehê, grûpa ser bi hêzên rêjîma Sûriyê ve pêwendî bi malbatên wan 4 derbideran re kirine û li hember berdana her kesekî ji wan daxwaza  400 hezar Lîreyên Sûrî kirine.

Ji encama êrîşa artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ên ser bi wê ve li ser Efrînê û dagîrkirina wê, zêdetir ji 250 hezar Efrînî koçber û derbider bûn, beşek ji wan li kamp û navçeyên bakurê Helebê bicih bûn.

Hêzên rêjîma Sûriyê û hin grûpên ser bi wê ve jî rêbendên li wan navçeyan tund kirine û rê nadin derbiderên Efrînê ji ber çi sedemekê ve be jî derbasî Helebê bibin. Çendîn car jî dema derbiderên Efrînê dixwazin bi qaçaxî derbasî Helebê bibin, rastî guleyên hêzên ser bi rêjîma Sûriyê ve tên û herwiha çendîn car e jî bombeyên vedayî bi wan de diteqin û dibin qurbanî.  

Ji aliyekî din ve jî Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê belav kir, grûpên çekdar ên ser bi artêşa Tirkiyê ve li Efrînê 6 welatiyên Kurd revandin û li hember berdana wan daxwaza pereyan kirine.

 

S. B