PYD: Tirkiye û rêjîma Sûriyê rê nadin tevlî Komîta Destûrî bibin

Hevserokê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) radigihîne, Tirkiye û rêjîma Sûriyê li pêş beşdariya wan di danûstandinên çareserkirina krîza Sûriyê dibin rêgir.

K24 – Navenda Nûçeyan

Hevserokê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) radigihîne, Tirkiye û rêjîma Sûriyê li pêş beşdariya wan di danûstandinên çareserkirina krîza Sûriyê dibin rêgir.

Hevserokê PYDê Şahoz Hesen di hevdîtinekê ligel rojnameya “aawsat” a Londonî de ragihand, bê beşdariya nûnerên Rêveberiya Xweser, proseya siyasî û danûstandinên Komîta Destûrî ya Sûriyê biser nakevin.

Tekez kir, koma biçûk ya Hevpeyamniya Navdewletî (Amerîka, Fransa, Brîtanya, Siûdiye, Misr û Urdinê) piştevaniya wan dikin ku tevlî wan danûstandinan bibin. Herwiha Rûsyayê jî gelek caran tekezî li ser hebûna rola Kurd û girîngiya beşdariya nûnerên Encûmena Sûriyeya Demokratîk di wan danûstandinan de kiriye.

Şahoz Hesen amaje bi wê yekê kir, lê aliyên li pêş beşdariya wan dibin rêgir, rêjîma Sûriyê û Tirkiyê ne.

Da zanîn jî, ew amade ne bi hemû aliyan re guftûgoyan bikin çi rêjîm dibe û çi opozîsyona Sûriyê dibe. Lê niha ti danûstandinên rasteqîne di navbera wan û rêjîma Sûriyê de tune ne.

Ji destpêka sala 2018an ve di kongreya Sochi ya Rûsyayê de biryar li ser pêkanîna komîta nivîsandina destûrê Sûriyê hatibû dan, lê ta niha ew komîte nehatiye pêkanîn.

Şanderê Navdewletî Geir Pedersen berî çend rojan li Şamê ragihand, wan danûstandinên avaker bi Hikûneta Sûriyê re kirine û pêşketineke berçav di pirsa Komîta Destûrî de çê bûye.

Netewên Yekgirtî hewl dide Komîta Destûrî ya Sûriyê di çarçova dîtina çareseriyeke siyasî ji krîza Sûriyê de ava bike, lê ta niha ti lihevkirin derbarê destnîşankirina beşek ji endamên wê komîtê peyda nebûye.

Endamên Komîta destûrî ya ji Sûriyê bi vî awayî tên destnîşankirin, 50 nûnerên hikûmetê, 50 nûnerên opozîsyonê û 50 nûnerên civaka sivîl.

  

S. B