Êrîşkerê xwaringeha Hewlêrê hat desteserkirin

K24 – Navenda Nûçeyan

Dijeterora Kurdistanê belav kir, kujerê sereke yê êrîşa terorist a li ser xwaringeha bajarê Hewlêrê hat desteserkirin.

Deqê daxuyaniyê

Welatiyan agahdar dikin, tawanbar Mezlûm Dag ku berî du rojan wêneya wî wek daxwazkirî li rûpela Dijeterora Kurdistanê hatibû belavkirin, ji aliyê Rêveberiya Asayişa Hewlêrê û Dijeterora Kurdistanê ve hat desteserkirin.

Em gelek spasiya hevkariya bêdawî ya hevwelatiyan dikin û em dê paşê hûrgiliyên bêtir belav bikin.”