HSD: Derbarê avakirina devera aram de nezelaliyek heye

Bepireseke Civata Surya Demokrat, dibêje: Ne zelalîyek di rêkkvtina di navbera Emerîka û Tirkiyê de heye derbarê avakirina devera aram.

K24- Hewlêr

Bepireseke Civata Surya Demokrat, dibêje: Ne zelalîyek di rêkkvtina di navbera Emerîka û Tirkiyê de heye derbarê avakirina devera aram.

Endamê Desteya Serokatîya Civata Surya Demokrat, Besam Îshaq ji kenaleke Erebî re ragehandîye, ku zanîyarî yên wan li ser rêkkevtina Tirkiyê û Emerîkayê derbarê navçeya aram li bakûra Suriyê ne temamin û hêj hinek ne zelalî di wê rêkkevtinê de heye.

Li gor axivtinêm wî, ew rêkkevtin gaveke baş bû, ji bo dûrxistina deverê ji şereke nû û delîveyeke jî bo destpêkirina gotûbêjên sîyasî.

Herweha Îshaq gotîye: Li gor wê rêkkevtinê gerên hevpişk di navbera Tirkiyê û Emerîkayê de, dê mîna gerên wan bin yên li Minbicê encam didin û tenê hêzên Tirkiyê li wê deverê nabin.