Qamişlo: Şaredarî di ber ziyanên lehiyê de berpirs e

Bi sedema barîna baranê li ser dirêjahiya demjimêrên dirêj li Qamişlo, taxa Qenat Siwês a Qamişlo rastî ziyanên mezin hat. Xelkên taxê şaredariya Qamişlo di ber ziyanên ku gihiştiye malên wan berpirs dibînin û bang li saziyên têkildar dikin ku bi erkên xwe rabin.
kurdistan24.net

 

K24 – Qamişlo

Bi sedema barîna baranê li ser dirêjahiya demjimêrên dirêj li Qamişlo, taxa Qenat Siwês a Qamişlo rastî ziyanên mezin hat. Xelkên taxê şaredariya Qamişlo di ber ziyanên ku gihiştiye malên wan berpirs dibînin û bang li saziyên têkildar dikin ku bi erkên xwe rabin.

Careke din taxa Qenat-Swês li bajarê Qamişlo rastî pirsgirêka derbasbûna ava rêgaran bo malên taxê hat. Ji ber barîna baraneke xurt ku li ser dirêjahiya şeva bûrî dom kir, malên taxê rastî ziyanên mezin hatin, bi sedema wê jî gelek welatiyan ji ber derbasbûna avê bo nav alavên wan ji malên xwe bar kirin.

Welatiyan sedema sereke ya hiştiye ava baranê li taxa wan kom bibe bo me diyar kirin û gotin, ev rewşa wan ji beriya 3 salan ve wiha ye û tevî ku şaredariya bajarê Qamişlo gelek soz dane wan, lê ew bi erkên xwe ranebûne û ta niha pirsa wan çareser nekirine.

Jiber kevinbûna tûreya ava rêgaran ya taxa Qenat Siwês, her Zivistanê ew tax rastî pirsgirêkên bi vî rengî tên, bêyî ku saziyên têkildar ti alîkariyê pêşkêş bikin, yan jî pirsgirêka wan çareser bikin.

Ji ber ku pêşbîn e ev Zivistan giran be û baran li ser dirêjahiya demsalê dom bike, xelkên taxa navûrî di metirsiyê de ne ku malên wan li ber avê biçin û rewşa wan zortir bibe.