Serokwezîr digel sermayedar û weberhêneran civiya

Serokê Hikumeta herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî digel sermayedar û weberhêneran civiya

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokê Hikumeta herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî digel sermayedar û weberhêneran civiya‌.

Îro li Hewlêrê, Mesrûr Barzanî digel hejmarek mezin a sermayedar û weberhênerên herêma Kurdistanê civînek lidarxist‌ û karnameya Kabîneya 9em a Hikumeta herêma Kurdistanê di warê hilberîn û geşepêdana aborî de li herêma Kurdistanê gotûbêj kirin.

Mesrûr Barzanî ragihand, dê hewl bidin çavkaniyên dahatan zêde bikin û naxwazin, tenê pişit bi petrol û xazê girê bidin. Tekez kir, ku Hikumet giringiyek mezin dide warê hilberînê.

Duhî jî, Serokê Hikumeta herêma Kurdistanê serpereştiya civîna civata bilind a aborî li herêma Kurdistanê kiribû.

 

 

 

C.B