Hevpeymanîya Nêvdewletî li dijî gefên Erdoganî bo HSDyê, bi deng hat

Wek bersivek bo gefên vê dawîyê yên serokê Tirkyê Rceb Tyîb Erdoganî, hêza hevpişka opersyonên hevpişik li dijî rêkxistîya Daişê ji Hevpeymanîya Nêvdewletî tekez li ser giringîya rola Hêzên Surya Demokrat (HSD) li bakura Suriyê kir.

K24- Hewlêr

Wek bersivek bo gefên vê dawîyê yên serokê Tirkyê Rceb Tyîb Erdoganî, hêza hevpişka opersyonên hevpişik li dijî rêkxistîya Daişê ji Hevpeymanîya Nêvdewletî tekez li ser giringîya rola Hêzên Surya Demokrat (HSD) li bakura Suriyê kir.

Ev hêza ser bi Hevpeymanîya Nêvdewletî di ragehandinekê de tekez dike ku hêzên wan bi hevpişkî li gel HSDyê karîne tenê di 4 mehên burî de 225 çekdarên Daişê bigirin, ji bilî  ku şîyane nêzîkî 2 ten teqmenî di dû mehên burî de pûç bikin û ji nav bibin.

Lîwa Îrîk Hêl, fermandeyê serbazî di hêzên asmanîyên Emerîkayê û rêveberê hêzên hevpişik di Hevpeymanîya Nêvdewletî de li dijî Daişê got: Hevabendên me berdewamin li ser operasyonên serbazîyên dijwar ji navbirna çekdarên Daişê û wê rêkxistîyê li bakura rojhilata Suriyê. Got jî:  hewlên berdewam yên HSDyê bo aramîya deverê giring û yek alîkerin.

Amaje bi wê yekê jî kir: bi van dawîyan HSDyê piştîvanî li rêkkevtina Emerîka û Tirkiyê kirîye derbarê mîkanîzma ewlehîyê, ev jî bi rê ya rakirina çeperan û dûrkirina çekên giran ji ser sinûrên Tirkyê.

Xuya jî kir: Hêj qeboyên ewlehîyê her mane, lê hevpeymanên me ji HSDyê  bo şikestina  yekcarkîya Daişê pêngavên rast û durist dihavêjin.

Ev yek jî piştî wê yekê dihêt ku Receb Teyîb Erdogan gefa wê yekê kiribû; heke Tierkiye bi rêya rêkkevtinê li gel Emerîkayê kontirola devera aram neke, ewê bi tenê operasyona serbazî li bakura Suriyê encam bide.