Gelo rêkeftina Tirkiye û Amerîkayê derbarê Devera Aram berdewam dibe?

Tirkiye û Amerîka ji bo kul i ser Rojhelatê Çemê Feratê devereke aram ava bikin di meha Tebaxê de rêkeftinek pêk anîbûn û li gorî vê rêkeftinê navneda kordînasyona hevbeş û geren esmanî hatibn kirin. Di 8ê Îlonê de jî yekem gera hevbeş ya bejahî li ser devera aram hate kirin. Lê belê serokkomarê Tirkiyê nerazîbûn nîşan da û sinyala operasyonekê da.

K24- Enqere

Tirkiye û Amerîka ji bo kul i ser Rojhelatê Çemê Feratê devereke aram ava bikin di meha Tebaxê de rêkeftinek pêk anîbûn û li gorî vê rêkeftinê navneda kordînasyona hevbeş û geren esmanî hatibn kirin. Di 8ê Îlonê de jî yekem gera hevbeş ya bejahî li ser devera aram hate kirin. Lê belê serokkomarê Tirkiyê nerazîbûn nîşan da û sinyala operasyonekê da. Li Enqera paytexta Tirkiyê bi konferansekê ev mijar hate nirxandin. Pisporên ku beşdarî konferansê bû diyarkirin ku dahatuya rêkeftina devera aram xetereyê deye ûev rêkeftin di pêvendiyêN Tırkıye û Amerîkayê de çareseriyekê naîne.

Tirkiye û Amerîka di çarçoveya rêkeftina devera aram de di 8ê Îlonê de yekem gera hevbeş ya bejahî li ser rojhelatê çemê feratê pêk îna. Ev gera yekem ku di navbera Serekanî û Girê spî de pêk hatiye nêzîkê 3 saetan bedewam kir.Lê belê Serokkomarê Tirkiyê Erdogan nerazîbûn nîşan vê gere da û got Amerîka ne ji bo wan ji bo YPG/HSD 'Navçeya Aram' pêk tîne. eger heta dawiya meha Îlonê, li rojhilatê Firatê, em bi leşkerên xwe Navçeya Aram pêk neyînin, ew ê planên xwe karîger bikin.

Gelo dehatûya devera aram çi ye û ev gera pêk hatî Tirkiyê tatmin dike yan na Bersva van pirsan li Enqera paytexta Tirkiyê bi konferansekê ku serkêşiya wê saziya ramana SETAya nêzikê hikûmetye hate nirxandin. Li gorî prof.Dr. Nurşîn Ateşoglu ku endama lijneya polîtîkayên derve ya Serokkomariyê ye rêkeftina devera aram ber bi têkçûnê ye û di warê dîplomasiyê de jî şikestinek heye loma Tirkiye dibe ku operasyonekê pêk bîne.

Prof.Dr.Nurşîn Gûnay Ateşoglu, got: Bendevariyên Tirkiyê yên derbarê Devera Aram de zelalin. Tirkiye dixwaze ku PYD/YPG seranserên sînor bê durxistin, penaberên li Tirkiyê û yên ku dê ji Idlibê bên li vê devera arama bicih bike. Daxwaz û xwastekên Amerîka jî cuda ne. Ji ber vê çendê ev rêkeftina devera aram ber bi têkçûnê ye ji ber ku bi tu awayî gorî dawazên Tirkiyê nînin. Herwiha di warê dîplomasiyê de jî şikestinek heye navbera her du dewletan de. Egerek zedeye Tirkiye dawiya meha Îlonê operasyoneke berfireh pêk bîne.

Di heman konferansê de bandora devera aram ya li ser pêvendiyên Tirkiye û Amerîkayê jî hate axaftin. Kordînatorê saziya ramanan SETA yê yê Washîngtonê Kadîr Ûstûn jî da zanîn ku di destpêkê de ev rêkeftin û gera hevbeş di başbûne pêvendiyan de erêniye lê belê li qadê lihevnekirineke mezin heye.

Kadîr Ûstûn, kordînatorê SETAyê yê Washîngtonê, got: Rêkeftina di navbera Tirkiye û Amerîkayê de hatiye kirin û pêkanîna gerên hevbeş ji bo dahatûya pêwendiyên her du welatan gavên erênî ne. Lê belê li qadê daxwaz û xwastekên her du welatan gellek ji hev cuda ne. Tirkiye YPGê weke gefekê dibîne, beravajî vê yekê Amerîka YPGê diparêze û alîkariyên çekên giran dike. Herçiqas rêkeftina devera aram hebe jî heta heyameke dirêj di qada Sûriyê rageşiyên heyî dê berdewam bikin û dibe ku aloziyên nû jî xwe bidin der.

Di 5 û 7ê Tebaxê de di navbera Tirkiye û Amerîkayê de ji bo ku devereke aram li rojhelatê çemê feratê bê avakirin rêkeftinek hate karîgerkirin. Tirkiye bê wê rêkeftinê daxwaz ji Amerîkayê dike ku devereke 32km kurahî û 440mk dirêjahî bê avakirin û li gel YPG çekên giran liv ê deverê bê derxistin û alîkariyên bo YPGê bên rawestandin. Lê heta niha Amerîkayê beravajî van daxwaên Tirkiyê piştevaniya bo YPGê bedevam dike û tenê di 5 km kurahiyê de YPG hatiye dûrxistin.

https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/6a44f6d8-5484-4c5a-8a2c-3e9c291bbe0c/12345.ism/manifest