Tirkiye Girê Sipî û Serê Kaniyê bi giranî topbaran dike

Artêşa Tirkiyê bi tundî navçeyên Girê Sipî û Serê Kaniyê topbaran dike.

K24 – Navenda Nûçeyan

Artêşa Tirkiyê bi tundî navçeyên Girê Sipî û Serê Kaniyê topbaran dike.

Peyamnêrên Kurdistan24 li Rojavayê Kurdistanê ragihandin, îro ji danê sibê ve, artêşa Tirkiyê bi tundî Girê Sipî û Serê Kaniyê topbaran dike.

Herwiha li çeperên her bajaran jî şer û pevçûn di navber artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ên opozîsyona Sûriyê yên di bin fermana Tirkiyê de kar dikin û şervanên HSDê berdewam e.

Amaje bi wê jî kirin, ji ber tundiya topbaranê, ta niha ti zanyarî derbarê ziyanên canî de nayin zanîn.

Wezareta Bergîriyê ya Tirkiyê duhî ragihadibû, di encama şer û pevçûnan de 5 leşkerên wan canê xwe jidest dane.

Ji aliyê xwe ve jî, duhî HSDê dabû zanîn, 22 şervanên wê şehîd bûne.

 

 

S. B