Li Wezareta Berevaniya Tirkiye xebatên bo navçeya aram ya li Sûriyê dest pê kirin

Nûnerê taybet yê Emerîka bo Sûriyeyê James Jeffrey li Tirkiyeyê bi rayedarên hikumetê re ser navçeya aram û nexşereya Minbîcê hevdîtin pêk anîn

K24- Enqere

Nûnerê taybet yê Emerîka bo Sûriyeyê James Jeffrey li Tirkiyeyê bi rayedarên hikumetê re ser navçeya aram û nexşereya Minbîcê hevdîtin pêk anîn. Piştî hevdîtina bi Wezîrê Berevaniya Tirkiyeyê Hulusî Akar û Jeffrey, Wezerata Berevaniya Tirkiyeyê ragihand bû ku di hevdîtinê de li Rojhelatê Çemê Ferata avakirina navçeya aram, têkoşîna dij DAÎŞê û geşadanên dawî hatine axaftin. Herwiha Wezirê Karên Derve Mevlûd Çawişoglu jî daxuyand bu ku ger Emerîka bi rêya dîplomasiyê çareseriyekê peyda neke ewê operasyoneke berfireh li ser Rojhelatê feratê pêk bînin.

Pisporê Têkiliyên Navneteweyî Can Acun jî got, ger Tirkiye bêyî Emerîkayê operasyonekî bibe ser Rojheletê Çemê Feratê dê hin encamên neyînî xwe bidin der lê dê Tirkiye van çareser bike.

Can Acun - pisporê têkiliyên Navneteweyî, dibêje: Helbet di egera operasyonekî bêyî Emerîkayê ya ser Rojhelatê Çemê Feratê de dê rageşiyek çebû ba. Emerîka ev heyamekî dirêj e ku alîkariyê dide YPGê. Tirkiye jî dixwaze ji ser pêywendiyên baş ku Serokkomar Erdogan bi Trump re dane avakirin , wekî meseleya S-400an vê meseleyê jî çareser bikira. Lê ger bi Emerîkayê re lihevkirinek pêk nehatiba Tirkiye dê pêngava leşkerî biavêta. Ev yek jî dibû sedem ku têkiliyên navbera Enqere û Washingtonê xirap bibin."

Li aliyê din Wezerata Berevaniya Tirkiyeyê ragihand ku piştî hevdîtinên James Jeffrey û rayêdarên Tirkiyeyê biryar hatiye girtin ku di navbera rayêdarên leşkeri yên Tirkiye û Emerîkayê de xebatên hevpar dest pê bikin. Pisporê Têkiliyên Navdewletî Omer Gok jî dibêje li Sûriyê Tirkiye hevkarê herî mezin yê Emerîkayê ye û bo vê yekê Emerîkayê nexwest Tirkiyeyê winda bike û ji bo hêza operasyonekî bo bakûrê Sûriyê kêm bigre dê bi awayekî hevpar ligel Tirkiyeyê bixebite.

Omer Gok - pisporê pêywendiyên navdewletî, dibêje: "Wezirê Karên Derve yê Tirkiyeyê berê jî goıtibû ger Emerîka nexwaze bi me re be, em jî digel wan tevnagerin. Emerîka jî ev hişyarî li ber çav girt û dê Emerîka li Sûriye bi Tirkiyeyê re tevbigere. Dema Jeffrey li

Tirkiyeyê hevdîtin dikirin Fermandarekî Emerîkî bi YPGê re hevdîtin kiribû û wêne hatibû parvekirin. Emerîka bi vê yekê jî xwest peyamekî bide hevkarên xwe yên Sûriyê di warê parastina wan de. Lê ji ber bibiryariya Tirkiyeyê Emerîka nexwest Tirkiyeyê winda bike û dê Emerîka hêza operasyonê wê kêm bigre."

Herwiha di avakirina navçeya aram de ji aliyê Tirkiyeyê ve hate ragihandin ku ji bo li bakûrê Sûriyê avakirina navçeya aram li Wezerata Beravaniya Tirkiyeyê xebat dest pê kirine û hevdîtinên ku di navbera rayêdarên leşkeri yên Emerîkî û Tirk de pêk hatine wê di rojên pêş de jî berdewam bikin.