Encûmena Wezîran çend pirsên girîng guftûgo dike

Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê bi serokatiya Mesrûr Barzanî civiya.

K24 – Navenda Nûçeyan

Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê bi serokatiya Mesrûr Barzanî civiya.

Jêderekî ji K24ê re ragihand, Encûmena Wezîran bi serokatiya Mesrûr Barzanî di civînê de ne û da zanîn, di civînê de çend pirsên girîng yên girêdayî bi rewşa navxweyî ya Kurdistanê, pêwendiyên di navbera Iraq û Herêma Kurdistanê de û serdana şanda Iraqê tên guftûgokirin.

Duhî şandeke Iraqî ku ji Serokomarê Iraqê û Wezîrê Darayî pêk hatibû serdana Herêma Kurdistanê kir û duh êvarê Wezîrê Darayî yê Iraqê û şandeke Herêma Kurdistanê derbarê pirsa budce civiyabûn.

Pêştir jî Wezîrê Plandananê yê Iraqê ji K24ê re dabû zanîn, Herêma Kurdistanê û Iraqê ji rêkeftinê ve nêzîk in.  

 

S. B