Li Girê Spî û Serê Kaniyê 104 kes hatine revandin

Serdozgeriya Komarî ya Tirkiyê da xuyakirin, li Girê Spî û Serê Kaniyê bi tometa endamtiya YPG û PKK 104 kes hatine binçavkirin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serdozgeriya Komarî ya Tirkiyê da xuyakirin, li Girê Spî û Serê Kaniyê bi tometa endamtiya YPG û PKK 104 kes hatine binçavkirin.

Serdozgeriya Komarî ya Rihayê bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand, ji roja destpêkirina operasyona li ser deverên di 9ê Cotmeha bûrî ve, li Girê Spî û Serê Kaniyê, 104 kes hatine desteser kirin.

Serdozgeriyê da xuyakirin, di encama lêkolînan de, ji kesên hatine binçavkirin, biryara zîndanîkirina 99 kesan hatiye dayîn û lêpirsîna pênc kesan jî, berdewam dike.

Serdozgeriya Komarî got, kesên hatine girtin, bi têkdana yekîtiya dewletê û endamtiya rêxistina terorê tên tometbar kirin.

 

S. B