Diya kurikê Efrînî yê revandî bang li Netewên Yekgirtî dike

Piştî revandin û kuştina 2 welatiyên Kurd ên Efrînê di bin eşkenceyê de, diya kurê Mihemed Reşîd Xelîl revandî bi riya K24ê re bang li Netewên Yekgirtî û rêxistinên yasayî û mirovî dike, ji bo çarenivîsa kurê wê were diyarkirin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Piştî revandin û kuştina 2 welatiyên Kurd ên Efrînê di bin eşkenceyê de, diya kurê Mihemed Reşîd Xelîl revandî bi riya K24ê re bang li Netewên Yekgirtî û rêxistinên yasayî û mirovî dike, ji bo çarenivîsa kurê wê were diyarkirin.

Roja 13ê Gulana bûrî Şerefedîn Sîdo û Reşîd Hemîd Xelîl bi mebesta birina kurê Reşîd yê 9 salî Mihemed Reşîd Xelîl bo nexweşxaneya bajarê Ezazê û dermankirina şewatên li ser rûyê wî, bi rê ve ji aliyê grûpeke çekdar ve hatibûn revandin.

Wê grûpa çekdar roja 22ê Gulanê termê Reşîd Hemîd Xelîl û duhî 23ê Hezîranê termê Şerefedîn Sîdo piştî ku di bin eşkenceyê de kuştibûn, li nêzîkî gundê Qestel Cindo avêtibûn çolê.

Îro jî jina Efrînî Xaliye ku diya kurê 9 salî û nexweş Mihemed Reşîd Xelîl e bi riya K24ê re bang li Netewên Yekgirtî û r rêxistinên yasayî û mirovî û pêwendîdar dike, ku fişarê li dewlet û artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ên di bin fermana wê de kar dikin bikin, ji bo çarenivîsa kurê wê yê nexweş û revandî diyar bikin.

Piştî 40 rojî ji revandina wan her sê welatiyên Efrînê jî, heta niha çarenivîsa kurê 9 salî û yê nexweş Mihemed Xelîl ne diyar e û tê gûmankirin, ew jî di bin eşkenceyê de hatibe kuştin, lê termê wî hîna nehatiye dîtin.

Ji dema dagîrkirina Efrînê di 18ê Adara 2018an de ji aliyê artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ve û bi armanca standina pereyan ji malbatên wan, bi hezaran welatiyên Kurd hatine revandin û eşkencedan, ji wan jî hejmarek kes di bin eşkenceyên hovane de hatine kuştin, lê ta niha civaka navdewletî derbarê van tawanan de bêdeng e û zincîreya dizî, talan, revandin, eşkencedan û kuştina Efrîniyan berdewam e.

 

Reşîd Hemîd Xelîl - Mihemed Xelîl - Şerefedîn Sîdo
Reşîd Hemîd Xelîl - Mihemed Xelîl - Şerefedîn Sîdo

 

S. B