Nêçîrvan Barzanî: Serokatiya Kurdistanê dê bibe sîwana gel û aliyên Kurdistanî

Piştî sûndxwarinê, Serokê Herêma Kurdistan Nêçîrvan Barzanî yekem gotara xwe pêşkêş û di destpêkê de bixêrhatina mêvanan û şandên bilind ên welatên cîhanê yên beşdarî rêûresmê bûne kir û spasiya gelê Kurdistanê û Parlemantoya Kurdistanê kir.

K24 – Navenda Nûçeyan

Piştî sûndxwarinê, Serokê Herêma Kurdistan Nêçîrvan Barzanî yekem gotara xwe pêşkêş û di destpêkê de bixêrhatina mêvanan û şandên bilind ên welatên cîhanê yên beşdarî rêûresmê bûne kir û spasiya gelê Kurdistanê û Parlemantoya Kurdistanê kir.

Nêçîrvan Barzanî di yekem gotara xwe de wek Serokê Herêma Kurdistanê ragihand, “Spasiyê li Serokatiya Parlemantoyê û parlemantaran dikim, ku li cihê gelê Herêma Kurdistanê deng dan min.” Herwiha spasiya parlemanterên deng nedane wî û ewên beşdarî civîna hilbijartina Serokê Herêmê nebûne jî kir.

Got jî: Di dema xweamadekirina ji bo vê rojê de, gelek bîranên xweş û nexweş hene, bi hêsanî neyin jibîrkirin, hîna têkelî hest û rojên me dibin, yek ji wan jî êrîşa teroristên DAIŞê bû, ku bi bîra kesekî ve nediçû di sedeya 21an de grûpeke ewqas hov derkeve.

Amaje bi wê jî kir, Cenabê Serok Barzanî roleke girîn di rûbirûbûna DAIŞê û şikestina wê de hebû. Cenabê Serok bi şevê xew nedikir û li bereyên şer bû û xweragirî û ezmûna xwe ya Pêşmergayetî xiste xizmeta gelê Kurdistanê û parastina Kurdistanê. 

Ragihand, ew berhem û destkeftên demokrasî yên niha hene, rola wî ya girîng tê de heye, yekem car jî di sala 1991an de daxwaza hilbijartineke demokrasî û azadiyane ji Herêma Kurdistanê re kir. Tekez kir jî: Serok Barzanî ji bo karê me yê dahatî, dibe îlham.

Tekez kir  jî: Me hemûyan ji bo azadî, serbesî, mafê jiyanê û gelê me gurbaniyên mezin dan. Amaje bi qurbaniyan kir û silav li Pêşmerge, birîndar, şehîdan û artêşa Iraqê kir, ku rola wan di rojên dijwar de hebûn.

Herwiha spasî li hêzên leşkerî yên welatên endam di Hevpeymaniya Navdewletî bi serokatiya Amerîka kir.

Serokê Herêma Kurdistanê got: Di qonaxên dahatî de, her hewlekê didin ji bo Pêşmerge bê rêkxistin û bihêzkirin û wek beşekê ji sîstema berevaniya Iraqê û maf û destkeftên xwe jî werbigire.

Ragihand jî: Herêma Kurdistanê wek herêmeke federal a Iraqê, çespandiya ku beşeke bibandor e li ser astê navçê û navdewletî û roleke wê ya berçav heye. Hemû pêşketinên cîhanê bandora wê li ser Herêma Kurdistanê heye, qonaxên dahatî jî pêwendiyên bihêztir ên Herêmê bi Iraq, welatên cîran û dostên li cîhanê re dixwaze. Ji ber wê destê karê bi hev re û hevahengiyê ji hemûyan re dirêj dikin.

Nêçîrvan Barzanî got: Civaka me wek hemû civakên din, ne bê daxwazên maf, azadî û xweşguzariyê ne. Em beşek in ji mirovatiyê, ne bê pirsgirêk û pêşbirka siyasî ne, lê bila em lihev, teba û saz bin, ev jî ne daxwazek li derveyî karîna me ye.

Diyar kir: Serokatiya Herêma Kurdistanê dê bibe sîwan û sitara hemû hêz û aliyên siyasî û pêkhateyên etnîkî û ayînî yên Kurdistanê, bi hemû bîr û hizrên cuda ve.

Got jî: Wek Serokekî çend salên dahatî daxwaza min ew e, bi hev re arasteya hevbeş destnîşan bikin û bi hev re kar bi Iraq, welatên cîran û welatên cîhanê re bikin, ji bo rewşa guncaw dabîn bikin û jiyan û xizmetguzariyan ber bi pêş ve bibin.

Serokê Herêma Kurdistanê ragihand: Ti altirnatîfek ji destûrê re tune ye, bi ezmûn jî me dît jî piştguhkirina bi mebest û bê mebest a destûrê bû sedema pirsgirêkan di navbera pêkhateyan de. Ji ber wê girîng e bi karê hevbeş rêzê li destûrê bigirin û bicih bikin, ji bo ew karesatên Şingal û Mûsilê dubare nebin û tarîperestên DAIŞê neyin navçê.

Herwiha got: Di dîroka dûr û nêzîk de, şer bûye sedema wêrankariya aborî. Gelek car jî nayê bîra şerfiroşan, ku agirê şer bi mala wan jî dikeve, wek nimûne rêjîma berê ya Iraqê êrîşî ser Kurdistan, Îran û Kuwêt kir û li dawiyê Iraqê wêran bû û hejmarek mezin ji xelkê bêguneh hatin kuştin. Heta niha jî xelkê Iraq û Kurdistanê baca wê siyaseta şaş didin. Bila birînên berê bi lêborînê derman bikin, ne bi tolvedanê.

Got jî: Gelê Kurdistanê her dem daxwaza mirovdostî û jiyandostiya xwe nîşan bide, cihê şanaziyê jî gelê Kurdistanê rê nedaye şerê rêjîmên berê yên Iraqê li ser Kurdistanê bibe şerê di navbera Kurd û Ereb de.

Herwiha amaje bi wê kir, pêwîst e samanên xwezayî û dewlemendiya heye, di xizmeta gel û welatiyan de bê bikaranîn.

 

S. B