Ruhinkirinek ji hikumeta Herêma Kurdistanê bo ra ya giştî

Hikumeta Herêma Kurdistanê rûhinkirinek bo raya giştî yê Herêma Kurdistanê belav kir, ku têde hatîye: Hikumeta Herêma Kurdistanê di demekê de gelek bi rijtî pêdagirîyê li ser vegerandin û paraztina avahî û mulk û malê giştî dike.

K24- Hewlêr

Hikumeta Herêma Kurdistanê rûhinkirinek bo raya giştî yê Herêma Kurdistanê belav kir, ku têde hatîye: Hikumeta Herêma Kurdistanê di demekê de gelek bi rijtî pêdagirîyê li ser vegerandin û paraztina avahî û mulk û malê giştî dike.

Herweha têde hatîye: Derbarê pasewanên wezîrên nû jî, hikumeta Herêmê bi niyaze pasewanên wan bi girêbest damezirîne û dema girêbestê jî heya dawîya dema yasayî ya kabîneyê berdewam dibe.

Deqa ruhinkirina Hikumeta Herêma Kurdistanê bo raya giştî:

 

Çend roj in hinek nûçeyên nerast li ser mulk û malên hikumetê dihên belavkirin. Hikumeta Herêma Kurdistanê di demekê de gelek bi rijtî pêdagirîyê li ser vegerandin û paraztina avahî û mulk û malê giştî dike, ruhin û zelal jî dike ku akincîkirina wan wezîrên birêz, ewên ji parêzgehên din dihên paytextê, li nav wan xanîyan dihên akincîkirin ewên mulkên hikumeta Herêmê ne û ew otombêl li ba wan dibin; ewên mulkên wezaretên wan in. Derbarê pasewanên wezîrên nû jî, hikumeta Herêmê bi niyaze pasewanên wan bi girêbest damezirîne û dema girêbestê jî heya dawîya dema yasayî ya kabîneyê berdewam dibe.

Hêvîdarîn dezgehên ragehandinê û çalakvanên soşiyal mîdya pîşeyane û hûrtir reftarê li gel evan corêm mijaran bikin.

 

Gotebêjê hikumeta Herêma Kurdistanê

21- Tebax-2019