Di Astanayê de, pirojeyên Rêveberîya Xweser hatin redkirin

Di daxyanîya dawîyê ya Astanayê de, pirojeyên Rêveberîya Xweser hatin redkirin.

K24- Hewlêr

Di daxyanîya dawîyê ya Astanayê de, pirojeyên Rêveberîya Xweser hatin redkirin.

Gera 14mîn a danûstandinên Astana bi dawî hat. Di daxuyanîya dawîyê de jî, alîyên pişikdar tekezî kirin li ser rêgirinê li ber hewlên cudakirina Sûiryê.

Di wê daxuyanîyê de hatîye, ew tevahîya destpêşxerîyan red dikin ku bi bîyanû ya şerê terorêrê li ber afrandina rastîyên nû vedike , di nav wan de jî, pirojeyên nerewa yên Rêvebrîya Xweser.

Tekez jî kirine, ku ewe kar li ser rûbirûbûna tevaya hewlên cudakirina Sûriyê dikin.

Mêdyayên Rûsiyê jî belav kirîne, ku di dema niha de, ti operasyoneke serbazî li ser Idibê nebe û rêkkevtinên Rojhelata Furatê li gel Trikiyê wek berê dê bimînin li gel hinek zêdegavîyan. Herweha li gel emerîkayê jî Rûsiya li ser dabeşkirina navçeyên desthelatê rêkkevtine.