Daxwaza vekolînê ji kuştina xwenîşanderên Bexdayê dihêt kirin
K24- Bexda
Biryare sube Civata Nwênerên Îraqê derbarê vekolînê ji kuştina xwenîşanderan bicive.
Hesen Keibî, cêgirê serokê Civata Nwênerên Îraê daxwaz kir, sube, Dûşembîyê civîneke bilez û neasayî bihêt li darxistin bo vekolînê ji bûyerên kuştina xwenîşanderan û burdûmana mala Muqteda Sedir.
Hevdem Mehemed Helbusî, serokê Civata Nwênerên Îraqê, daxwaz ji hikumet û dezgehên ewlekarîyê kir, erkên xwe li paraztina aramî û paraztina canê hevwelatîyan encam bidin.
Biryare jî: Her di evê heftîyê de, deng bihêt dan li ser pirojeya yasaya helbijartinan.