Binpêkirinên komên çekdar li Efrînê berdewam dikın

Binpêkirinên grûbên çekdar li efrînê berdewam in. Gelek welatî di dema borî de hatine kuştin û revandin, çarenivîsa gelek welatiyan jî ne diyar e. Neteweyên Yekgirtê jî dibêje, ku tawanên şerî li Efrînê tên kirin.

K24- Rojava

Binpêkirinên grûbên çekdar li efrînê berdewam in. Gelek welatî di dema borî de hatine kuştin û revandin, çarenivîsa gelek welatiyan jî ne diyar e. Neteweyên Yekgirtê jî dibêje, ku tawanên şerî li Efrînê tên kirin.

Ji destpêka dagirkeriya tirkiyê ji herêma efrînê re, binpêkirin berdwwam in, rojane revandin, kuştin û îşkenge li bajar û gundên efrînê rû dide, xelkên efrînê di bin rehma grûpên çekdar yên bi ser tirkiyê ve dijîn, ji meha buhûrî ve asta binpêkirinan bi awayekî berçav bilind bûye gelek welattî hetine kuştin û gelek jî hatine revandin ku çarenivîsa wan hîn ne diyar e, xemgîn rojnamevanek ji efrînê ye, binpêkirinan belge dike, dibêje ku ji meha tebaxa 2019an ve rewşa efrînê pir aloz bûye û xelk jiyana xwe din metirsiyeke mezin de derbas dikin.

Binpêkirinên ku li efrînê dibin li gel bêdengiyeke navdewletî çêdibin, ta bi ragihandinê jî qedexe ye derbasî efrînê bibe, saziyên mirovî jî roniyên nadin van binpêkirinan, û tenê kurdên efrînê baceya dagirkeriyê didin, hin mafnas dibnin ku ji erkê dewleta dagirker ewe ku aramiyê peyda bike û jiyana xelkê biparêze, lê li efrînê di bin siya tirkiyê de tawanên cengê tên kirin.

Ji despêka dagirkeriya tirkiyê ji efrînê re ta niha bêtir ji 5000 kurd hatine binçav kirin, gelek ji wan ji ber îşkenceyê jiyana xwe ji dest dan, bêtir ji 1010 kesî hatine kuştin ku nêzî 68kesî ji wan ji ber îşkenceyê jiyana xwe ji dest dan, ji heyama mehekê ve li navçeya mabeta 21 kes hatine revandin, bilbilê 13 kes, şiyê 7 kes, şera 33 kes, raco 7 kes, cindirêsê 16 kes, navenda bajêr 30 kes, ku bi tevahiya xwe kurd in û jin jî di nav wan de hene, NY jî di rapora xwe de amaje bi van kiryaran dike û dibêje ku girûpên çakdar tawanên cengê li efrînê dikin û ta niha jî ev rewşa aloz didome.

Binpêkirinên grûpên çekdar li efrînê berdewam in, gelek welatî di dema buhûrî e tên kuştin û revandin, çarenivîsa gelek welatiyan jî ne diyar e, NY jî dibêje ku tawanên cengê li efrînê tên kirin.