PDK, derbarê tuhmetbarkirina Pêşmerge, peyamekê arasteya xwenîşanderên Îraqê dike

Meketeba Sîyasîya Partîya Demokrata Kurdistanê (PDK) derbarê têkelkirina navê Pêşmerge bi xwenîşandanên Îraqê rûhinkirinekê belav dike.

K24- Hewlêr

Meketeba Sîyasîya Partîya Demokrata Kurdistanê (PDK) derbarê têkelkirina navê Pêşmerge bi xwenîşandanên Îraqê rûhinkirinekê belav dike.

Deqa rûhinkirina Mekteba Sîyasî ya Partîya Demokrata Kurdistanê:

Hinek xelkên serşêwyayî yên têkder ku kar dikin bo ji navbirin û têkdana aştîya civakî û duristkirina metirsîyê li ser selametîya welat, li dijî Pêşmerge pirupagindeyên jeherdayî belav dikin. Pişkek ji xelkên Îraqê bi rê ya xwenîşandanan ş daxwazkirina mafên xwe di çarçoveya nasnameya hevwelatîbûnê û ji bo baştirkirina kawdanên niha yên Îraqê, mafekê perew dikin ku destûrê ji wan re desteber kirîye.

Me di PDKyê de rêz û pêzanîn heye bo hemû hewl û xebatên xelkê aştîxwaz ji tevaya tax û tiwîjan ku di qada xwenîşandanan de civîyane. Me bi pêwîst zanî, xûşk û birayên xwe  ku xwedî mafên destûrîne, agahdar bikîn, ku ji hewlên hinek xelkê serşêwyayî yên têkder  haydar bin ku kar dikin bo ji navbirin û têkdana aştîya civakî û duristkirina metirsîyê li ser selametîya welat, li dijî Pêşmege pirupagindeyên jehirdayî belav dikin bi rê ya têkelkirina navê birayên hewe yên Pêşmerge  bi berpirsyartîyê ji wan mijarên ku di xwenîşandanan rûdan e.

Pêşmerge bi dirêjahîya dîroka xwe ya dûr û dirêja nîştîmanî ve bo tevya Îraqîyan mertal bûye û hemû bi hev re  paraztine û bi şehîdên xwe yê serbilin ve qurbanî û emekdarî pêşkeş kirîye daku gelê Îraqê bi tavaya pêkhateyên xwe ve, di pêşenga gelên azadîxwaz û pêşkevtinxwaz de be. Hêza Pêşmerge pişkeke ji sîstema berevanîya Îraqê û birayên hewe ne. Pêçmerge gelek ji wê yekê dûre ku bi vajîya wîjdan û xwazta welat nav û rêbaza wî bihêt lekedarkirin û şêwandin.

Lew dijmin û neyarên tekrêzîya nîştîmanî bi armanca ji rêladan pêvajoya rûdanan û bo xizmetkirina berjewendîyên gumanawî yên wan, hewla bexşîna tuhmetên dirwîn didin. Em jî peyman didîn, ku gelê me bi hemû hêzên xwe ve, bo berengarbûna hemû ewên hewla têkdana rêza nîştîmanî didin, di amadebaşyê de bîn.

 

Mekteba Sîyasî

Partîya Demokrata Kurdistanê

18/11/2019