Firokeyên Tirkiyê li pêgehên PKKê li devera Garê dan
K24 – Navenda Nûçeyan
Firokeyên wan yên şer pêgehên PKKê yên li devera Garê ya Başûrê Kurdistanê bomebaran kirin û Wezareta Bergîriyê ya Tirkiyê dibêje wan 3 gerîlayên PKKê kuştin.
Wezareta Bergîriyê ya Tirkiyê ragihand, firokeyên wan yên şer bi alîkariya tîmên îstixbarata wî welatî (MÎT) li devera Garê ya Başûrê Kurdistanê dan û di encama wê êrişê de 3 gerîlayên PKKê canê xwe ji dest dan.
Pêr jî firokeyên şer yên Tirkiyê li gundê Rezwîlke yê geliyê Baleyîyan a devera Balekayetî otombîleke PKKê bombebar kiribû.
Arteşa Tirkiyê di 27ê Gulana bûrî de li Xakurkê li dijî gerîlayên PKKê operasyoneke bi navê Pençe 1 dabû destpêkirin, roja 24ê Tebaxê jî li Heftanîn û Sînatê dest bi operasyonê “Pençe 3” kiribû.
S. B