Beşîr Hedad: Kurdistanê, ev sal pirsgirêka budce û mûçeyê namye

Cêgirê serokê perlemana Îraqê ragehand: bo ev sal Herêma Kurdistanê ti pirsgirêk di budce û mûçeyê de nemaye lê divê bo sala dahatî lezê bike di rêkkevtinê de li gel Bexda daku hevrûşî pirsgirêka birîna mûçe û budceyê nebe.

K24- Hewlêr

Beşîr Hedad, cêgirê serokê perlemana Îraqê bi Kurdistan24 ragehand: Pirsgirêka budceyê bo sala 2019 bûye yasa û dê bihêt bicihkirin,lê me ev sal çend meh mane û bo budceya sala 2020  pêdivî ye rêkkevtin hebe di navbera Hewlêr û Bexdayê. lew divê hikumeta Herêma Kurdistanê lezê bike bo encamdan rêkkevtinê li gel Bexdayê daku sala dahatî careka din hevrûşî asteng û pirsgirêkan nebîn.