Heşda Şebî gefan li Amerîkayê dike

Heşda Şebî Amerîka bi teqandina baregehên xwe tometbar dike.

K24- Hewlêr

Heşda Şebî Amerîka bi teqandina baregehên xwe tometbar dike.

Desteya Heşda Şebî di daxwiyaniyekê de amaje bi wê yekê kir, Amerîka bi rêya frokeyên bê frokevan, çavdêriya baregehên wan dike û eşkere jî kir, îsal Amerîka çar frokeyên bê frokevan yên Îsraîlê di rêya Azerbîcanê re anîne Îraqê û bi rêya wan frokeyan êrîşî baregehên wan li nav xaka Îraqê dike.

Heşda Şebî hêzên Ameîrka bi berpirsîyariya êrîşên ser baregehên xwe tohmetbar dike û tekez kir, ewê bi çekên pêşketî bersiva her êrîşek din bikin.

Duh teqînek bihêz li navendeke Heşda Şebî li navçeya Beled a ser bi parêzgeha Selahedîn ve rûda bû.