Serokwezîr Mesrûr Barzanî bo wezîran: Bi hesta welatparêz tevbigerin

Serokwezîr Barzanî, daxwaz ji wezîran kir, ji partiperestî dûr, bi ruh û hesta welatparêzî tevbigerin û xizmeta hevwelatiyan bikin...

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokwezîrê herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, ligel wezîrên Kabîneya xwe yekem civîna ne-asayî lidar xist.

Serokwezîr Barzanî, daxwaz ji wezîran kir, ji partiperestî dûr, bi ruh û hesta welatparêzî tevbigerin û xizmeta hevwelatiyan bikin.

Herweha diyarkir, ku hemû wezîr divê ligor bernameya hukimetê tevbigerin.

Hefteya pêşya me, roja Duşemiyê Encûmena Wezîran yekem civîna xwe ya asayî lidar dixe.

 

 

C.B