“Ti planeke Amerîka ji piştî vekişîna ji Sûriyê tune ye”

Nûnerê berê yê Serokatiya Amerîka di Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê de Brett McGurk dibêje: “Ti planeke Amerîka ji piştî vekişîna ji Sûriyê tune ye.”

K24 – Navenda Nûçeyan

Nûnerê berê yê Serokatiya Amerîka di Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê de Brett McGurk dibêje: “Ti planeke Amerîka ji piştî vekişîna ji Sûriyê tune ye.”

Nûnerê berê yê Serokatiya Amerîka di Hevpeymaniya Navdewletî de Brett McGurk ku piştî biryara Serokê Amerîka Donald Trump a vekişandina hêzên Amerîkî ji Sûriyê da, destê xwe ji kar vekişandin radigihîne, ti planeke Amerîka ji piştî vekişîna ji Sûriyê tune ye, ew yek jî li ser erdê metirsiyan li ser hêzên Amerîkî çê dike.

McGurk ji kenala “CBS” a Amerîkî re ragihand, piştî teqîna li Minbicê bûye ku di encamê de 19 hatin kuştin û 4 jê Amerîkî bûn, li ser erdê metirsiyên zêde derketin.

Pêştir McGurk gotibû, biryara vekişandina hêzên Amerîkî ji Sûriyê şaşîtiyeke mezin e, dijminên Amerîka dê wê valahiyê dagirin û dê ji DAIŞê re bibe derfetek ku careke din geş bibe.

Di hevdîtinekê ligel rojnameya “Washington Post” de McGurk amaje bi wê jî kir, encamên stratejî a biryara vekişandinê destpê kirin, Tirkiye hejmûna xwe fereh dike, Îmarata Erebî û Behrên balyozxaneyên xwe li Şamê vekirin, dibe jî Siûdiye jî di demeke nêzîk de balyozxaneya xwe veke.

Nûnerê berê yê Serokê Amerîkayê yê di Şerê Dijî DAIŞê de Brett McGurk derbarê rewşa dawî ya li Sûriyê ji rojnameya Washington Post gotarek amade kir. Di gotara xwe de Mc Gurk gotiye: Hêzên ku Tirkiye li Sûrîyê alîkariya wan dike, beşek mezin ji wan îslamî û radîkal in û nikarin bibin alternatîfa HSDê.

Herwiha McGurk amaje bi wê yekê jî kiriye Amerîka di stratejiya xwe ya li gel HSDê de, di rêyek rast hilbijartiye ji ber HSD dikare bibe alternatîfeke baş li Sûriyê.

McGurk dide zanîn: Eger Amerika li gorî daxwazên Tirkiyê rêk bikeve, dê alozî zêde bibe, bi sedhezaran Kurd ku di şerê DAİŞê de berdêlên giran dan e, dê koçber bibin û jiyana Kristiyanên li Suriyê jî, bikeve bin metirsiyê de.

 

S. B