Hemû (Zarokên Şikeftê) hatin rizgarkirin

Hêzên taybet ên deryayî li Taylanda ragihandin, ku wan karîn tevahiya zarokên ku li gel rahênerê xwe di şikeftekê de asê mabûn, rizgar bikin.

K24 - Navenda Nûçeyan

Hêzên taybet ên deryayî li Taylanda ragihandin, ku wan karîn tevahiya zarokên ku li gel rahênerê xwe di şikeftekê de asê mabûn, rizgar bikin.

Tîmên rizgarkirinê di roja sêyem de, ji destpêkirina piroseya derxistina wan zarokan ji şikeftê, karîn îro her çar zarokên ku mabûn li gel rahênerê wan rizgar bikin.

Wan tîman diyar kirin, ku 12 zarok û rahênerê wan di şikeftekê de asê mabûn, piştî destpêkirina piroseya rizgarkirina wan ji roja Yekşema derbasbûyî ve, tenê çar zarok li gel rahênerê xwe têde mabûn, îro jî di destpêka bizavên xwe de, wan tîman 3 zarokên din rizgar kirin, piştre di dawîn bizav de, ew zarokê ku mabû, li gel rahêner hat rizgarkirin û pirose bi awayekî biserketî bidawî hat.

Ew zarokana, ku endamên tîmeke fotbolê ne, ji 23 meha derbasbûyî ve, li gel rahênerê xwe di şikeftê de ji şikeftên welatê Taylanda, asê mabûn û serpêhatiya wan dengvedaneke mezin li ser astê cîhanê çêkir.

Serokê tîmên rizgarkirinê ragihand, ku tîmên wan bi awayekî lezgîn û di bin fişarekê mezin de karên xwe dikirin, berî ku ava baranê derbasî wan şikeftan bûba û zarok binav kiriba.

N.O