Serokî Herêma Kurdistanê: Kabîne ya nehem hevsengî ragirtîye û çaksazîyan encam dide

Di dîdarekê de li gel malpera Elmonîter, Nêçîrvan Barzanî, serokê Herêma Kurdistanê, bersiva çend pirsyaran dide derbarê rewşa Îraqê piştî kuştina Qasim Suleymanî û hewlên pişkek ji perlemantarên Îraqê bo derxistina hêzên Emerîkayê. Herweha behsa rola hikumeta Herêma Kurdistanê dike di ragirtina hevsengîyan de.

K24- Hewlêr

Di wê dîdarê de, Nêçîrvan Barzanî dibêje: Biryara Şîeyn Îraqê bo derkirina hêzên Emerîkayayê ji Îraqê, bê sazan û guhertina hizr û nerînan li gel Kurd û Sunneyan karekê ne başe û vajîya destûrê ye.

Ragehand jî: Divê di destpêkê de em bipirsîn, hêzên Emerîka çima li Îraqê ne? ew li gor banghêşta Îraqê li sala 2014yê û bi şêwemendî li gel Civata Asayîşa bo şerê dijî Daişê li virin. Derkevtina wan ji Îraqê bandora xwe dê hebe li ser şerê dijî Daişê.

 Di wê dîdarê de, serokê Herêma Kurdistanê, kabîne ya niha ya hikumeta Herêmê bi serokatîya Mesrûr Barzanî bi kabîneyeka hevseng dizane. Serokê Herêmê amaje bi wê yekê jî kirîye, ku kabîneya nehema hikumeta Herêmê piştî Daişê, peywendîyeka tendurist li gel Bexdayê durist bike û dest bi encamdana çaksazîyê kirîye û dixwaze karên xwe bi başî encam bide.

Derbarê peywendîyên Hewlêr û Enqereyê jî dibêje: Peywendîyên me li gel Tirkiyê baş in û serokê hikumetê jî, civîneka baş li gel serokê Tirkiyê, Receb Teyîb Erdogan encam daye û dê berdewam jî bin.

Daxwaz jî dike, arîşeyên Partîya Karkarên Kurdistanê (PKK) û Tirkiyê bi gotûbêjan bihên çareserkirin û ti alî rê ya şer henbibijêre.

Nêçîrvan Barzanî, ew yek jî tekez kir, ku ew naxwazin Îraq bibe qada cengê bo Îran û Emerîkayê û bihêzîya peywendîyên Bexdayê li gel Emerîka û Îranê bi giring dizane.