Li 29 deverên Dêrsimê çûnûhatin hate qedexekirin

Li bajarê Dersimê yê Bakurê Kurdistanê li derdora bajêr û 4 navçayan li 29 deveran ji ta salekê ji çûnûhatina sivîlan re hate qedexekirin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Li bajarê Dersimê yê Bakurê Kurdistanê li derdora bajêr û 4 navçayan li 29 deveran ta salekê ji çûnûhatina sivîlan re hate qedexekirin.

Parêzgeriya bajarê Dersimê, bi hinceta rewşa ewlekariyê û operasyonên leşkerî biryara qedexeya 29 deveran ragihand.

Li gor daxuyaniyê, ev 29 dever bi piranî deverên asê, zozan, geliyên kûr û cihên daristan bi xwe ve digire.

Qedexeya li derdora bajarê û 29 deverên Dersimê, dê heta 1ê Tîrmeha sala 2020ê berdewam bike. Li gorî ragihandinê, nabe sivîl biçin van devran û ji çûnhatin re hatiye qedexekirin.

 

S. B