Çavuşoglu: 2 milyon penaber li herêma ewle bicih dikin

Wezîrê Navxweyî yê Tirkiyê Mevlud Çavuşoglu bi daxûyaniyekê got, ewê 2 milyon penaber li herêma ewle bi cîh bikin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Wezîrê Navxweyî yê Tirkiyê Mevlud Çavuşoglu bi daxûyaniyekê got, ewê 2 milyon penaber li herêma ewle bi cîh bikin.

Wezîrê Navxweyî yê Tirkiyê Mevlud Çavuşoglu ragihand, wan li gel Amerîka rêkeftinek ji bo rojhilatê Firatê encam dane, lê Amerîka gavên xwe dereng û giran davêje.

Got jî, ew wek Tirkiyê naxwazin rêkeftina “herêma ewle” wek ya Minbiç lê were. Wan hemû di hevdîtinan de rayadarên Amerîka hişyar kirine ku sebra wan ji bo derengxistinê nîn e.

Wezîrê Derve yê Tirkiyê da zanîn, yek ji daxwazên wan ji Amerîka ew e ku pêwendiyên xwe bi YPGê re bibire û tenê çekan bide wan.

Mevlud Çavuşoglu Yêkitîya Ewropa, UN û Rêxistinên Penaberan ku harikariya Tirkiyê nakin rexne kir û got: Bi Sedhezaran penaber ji Idlibê li ber sînorên Tirkiyê ne. Got jî, ewê jî 2 milyon penaber li deverên Aram bi cîh bikin.

Pêştir jî Serokomarê Tirkiyê Recep Teyip Erdogan ragihandibû, armanca wan ji pêkanîna herêma ewle, bicihkirina nêzîkî yek milyon Sûrî li wê herêmê ye.

 

S. B