Nivîsîngeha Mesrûr Barzanî yekalîkirina navên kandîdan red dike

Nivîsîngeha raspartiyê pêkanîna Kabîneya nû ya hikûmeta Herêma Kurdistanê zelalkirinek belav kiriye, ku ev demek e hin kenalên medyayî yên xwecihî, derbarê pêkhateya Kabîneya Nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê amaje bi hinek navan dikin, ku ligor ew dibêjin, hatine yekalîkirin. Nivîsîngeha Mesrûr Barzanî radighîne, ku ev nûçe her niyazek li pişt be jî, ji çarçoveya texmînê dernakeve.

K24- Hewlêr

Di zelalkirinê de hatiye, heta radestkirina yekcarî ya navên kandîdan ji bo raspartiyê pêkanîna Kabîneya Nû û şandina wan ji bo Parleman û bi fermî nasandina wan, tu navek bi yekalîker nayê hejmartin.

Nivîsîngeha Mesrûr Barzanî

Raspartî bo pêkanîna Kabîneya Nehema hikumeta Herêma Kurdistanê

24/6/219