Qamişlo: Hevdîtina sêalî ti guhartinê li ser erdê nake

Siyasetmedarên Rojavayê Kurdistanê dibêjin, ti guhertin li rojhilatê Feratê çê nabe, heger Amerîka li ser erê neke.
kurdistan24.net

 

K24 – Qamişlo

Hevdîtina pêncemîn a li Enqerê di navbera Tirikye, Rûsya û Iranê hatiye lidarxistin û gelek mijar gotûbêj kirin bidawî bû. Siyasetmedarên Kurd li Rojavayê Kurdistanê bi tirs li encamên vê hevdîtinê dinêrin. Hin siyasetmedarên din jî dibêjin ku ev hevdîtin tu guhertinê li ser zemînê çênake.

Bo gengeşekirina rewşa Sûriyê û paşroja parêzgeha Idlibê, Serokomarê Tirkiye Recep Teyip Erdogan li Enqerê ligel Serokê Rûsiya Vladîmît Pûtin û yê Iranê Hesen Rûhanî hevdîtinek lidar xist.

Siyasetmedarên Kurd li Rojavayê Kurdistanê bi tirs li vê hevdîtinê dinêrin, bi taybet ku destê her sê welatan di kirîza Sûriyê de heye.

Sekreterê Partiya Aştiya Demokrat Telal Mihemed dide zanîn ku helwesta aliyên beşdar di civînê de ji Kurdan re ne erîniyê, herwiha dibêje, ti guhertin li rojhilatê Feratê de çê nabe, heger Amerîka li ser erê neke.

Yek ji mijarên ku di hevdîtinê de hatin gengeşekirin, hebûna hezên biyanî li ser xaka Sûriyê ye. Serokê Rûsyayê tekezî li ser pêwîstiya vekişandina hemû hêzên biyanî ji Sûriyê piştî bidawîbûna şer li Sûriyê dike. Hin siyasetmedar dibêjin, hevdîtina Enqerê wek hemû hevdîtinên berê ne û ti çareseriyê ji kirîza Sûriyê re pêşkêş nake.

Di dema Serokomarê Tirkiyê di hevdîtina Enqerê de tekezî li ser avakirina herêma ewle li bakurê Sûriyê dike, Serokê Rûsya û Serokê Îranê ti nerîn derbarê vê mijarê nedan.

Ev hevdîtina pêncemîn a di navbera serokê her sê welatan de ye, yekemîn hevdîtin di sala 2017an de li Moskoyê hate lidarxistin û yekparçeyîya xaka Sûriyê xala wê ya herî sereke bû.