Tirkiye: Liser rojhilatê Firatê danûstandinan dikin

Wezareta Bergirî ya Tirkiyê dibêje, bi Amerîka û Rûsyayê re derbarê Rojhelatê Firatê de danûstandinên wan berdewam dikin

K24 – Navenda Nûçeyan

Wezareta Bergirî ya Tirkiyê dibêje, bi Amerîka û Rûsyayê re derbarê Rojhelatê Firatê de danûstandinên wan berdewam dikin.

Berpirsa Pêwendiyên Ragehandin û Derve ya Wezareta Bergirî ya Tirkiyê da xuyakirin, di çarçoveya operasyona hember Rojhelatê Firatê de, bi Amerîka û Federasyona Rûsyayê re civînên dualî û hevdîtinên asta bilind û hemahengî berdewam dikin.

Da zanîn, ji aliyê Til Rifetê ve êrişên YPG li ser Efrînê berdewam dikin û hêzên wan yên li Efrînê jî bi topbaranê bersiv didin û jiber vê dixwazin bi Rûsyayê re li deverê dest bi gerên çavdêrî yên hevbeş bikin.

Her weha got, li Îdlibê jî hemahengiya bi Rûsyayê re bi awayeke serkeftî berdewam dike.

 

 

C.B