HSD ji 3 aliyan ve li Baxozê bipêş dikeve

Êrîşên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) li ser Baxozê dawî berîka DAIŞê li Dêrazorê piştî derxistina bi hezaran sivîl û malbatên DAIŞê bi tundî berdewam dikin. Şervanên HSDê ji 3 eniyan ve ber bi navenda Baxozê ve bipêş dikevin.

 

K24 – Baxoz

Êrîşên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) li ser Baxozê dawî berîka DAIŞê li Dêrazorê piştî derxistina bi hezaran sivîl û malbatên DAIŞê bi tundî berdewam dikin. Şervanên HSDê ji 3 eniyan ve ber bi navenda Baxozê ve bipêş dikevin.

Şervanên HSDê bi topên Hawnan û çekên giran karî hêla berevaniya DAIŞê li nêzîkî kampa Baxozê bişikîne. Ji aliyê çiyayê Baxozê ve jî, şervanê hewlên êrîşên berûvajî yên DAIŞê têk didin.

Şervanekî HSDê ji K24ê re got: “Çek li cem wan hebûn û bikar dihanîn, lê bi alîkariya hevalên me niha çekên wan nemane û carcaran bê çek jî êrîşî me dikin. Bi hêvî ne ku me çawa ew li Reqa û Minbicê jinav bir, li vir jî emê wan jinav bibin.”

DAIŞ bi hemû cure çekan bikar tîne, bi taybet mûşekên germavî û êrîşên xwekujî. DAIŞê di rojekê de bi sê kesên xwekuj êrîşê ser HSDê kirin. Ji aliyê xwe ve jî, Firokeyên Hevpeymaniya Navdewletî jî xalên DAIŞê yên destnîşankirî di nava Baxozê de bombebaran dike.

Şervanekî din ê HSDê dibêje: “Îro me operasyona xwe berdewam kir û şerê me li hember DAIŞê berdewam e. Tonelên DAIŞê di bin kolanên kampa Baxozê de hene. DAIŞ bi mûşekan êrîşî me dike. Şervaneke me canê xwe jidest da û me jî gelek ji wan kuştin û niha termên wan li erdê ne. Em bi çekên giran di şerê li hember wan de berdewam in.”