Peyama Nêçîrvan Barzanî, cêgirê serokê Partîya Demokrata Kurdistanê li salvegera 16yê Tebaxê

Bi boneya 73yemîn salvegera damezirandina Partîya Demokrata Kurdistanê pîrozbahîyê li cenabê serok Barzanî, Mekteba Sîyasî, Serkirdayetî, tevaya (Liq, Navçe, Rêkxraw û binkeyan), malbatên Şehîdan, kadir û cemawerê Partîya Demokrata Kurdistanê dikim.

K24- Hewlêr

Bi boneya 73yemîn salvegera damezirandina Partîya Demokrata Kurdistanê pîrozbahîyê li cenabê serok Barzanî, Mekteba Sîyasî, Serkirdayetî, tevaya (Liq, Navçe, Rêkxraw û binkeyan), malbatên Şehîdan, kadir û cemawerê Partîya Demokrata Kurdistanê dikim.

Damezrandina PDKyê li sala 1946 badokeke dîrokî bû  li Kurdistanê, her ji wê demê ve, îradeya Kurdistanîyan, bi hemû pêkhateyan ve, bo azadîyê û pêşkevtinê, bû hêz û bizaveka rêkxistî û seranserî. Damezirandina PDKyê bû destpêka vejîyandineke mezina nîştîmanî, neteweyî û çandî di nav civaka Kurdistanê de. Gelê Kurdistanê bû xwedî bizaveke sîyasî, ku di deverê û rojhilata navîn û cîhanê de hisab bo hatkirin. Partîya Demokrata Kurdistanê bi serhildana Şorişa Îlonê, bi rêberînîya Barzanîyê Nemir, bo cara yekê bû xwedî dirêjtirîn û berfirehtirîn şoriş di dîroka hevçerxa Kurdistanê de û şîya cihekê veke bo pişkek ji armancên gelê Kurdistanê di nav rêkkevtineke fermî de li gel hikumeta Îraqê. Ev jî bû cihê destvehînana Îtirafeke cîhanî bi rewayî ya doz û bizava rizgarîxwaza Kurdistanê. Herweha di şorişa Îlonê de PDK bû xwedî mezitirîn hêza şorişvan di rojhelata navîn de.

PDKyê nisko û dijwarî dîtine, lê çunku xwedî bawer bingeheke rehdar a bihêze, tim şîyaye tevaya nisko û dijwarîyan biburîne û chejî veman û serkevtinê be bo Kurdistanîyan. Herweha pişikdareke bihêz bûye di bizava demokrasî û medenî de li Îraqê, lewma jî di dîroka Îraqê de jî xwedî pêgehek bihêze.

Partîya Demokrata Kurdistanê ku şanazîyeke mezin heye ji duristbûn û paraztina piroseya sîyasî û demukrasîya Herêma Kurdistanê û çespandina wê; wek qewareyek di destûra Îraqê de, hevdem jî PDK û PDKyî şanazîya rêvebrina serkevtîyane hene di piroseya avdenakirin, pêşxistina hemealîya Herêma Kurdistanê, paraztina yek rêzî, tebayî, kilturê bi hevre jîyanê û lêburînê de. Qehremanîya endam û cemawerê PDKyê careka din di berevanîya qehremanane ya Pêşmergey, di şerê Daişê de xwe nîşan da ku wek hêza parêzerê azadîya cîhanê, şanazîyeke mezin a cîhanî tomar kir.

PDK wek hêzeke rehdar û bizaveke cemawerîya bingeh berfireh, xwedî hêzeke gelek bihêza avedanî, nûvebûn û pêşkevtinê ye. Xort, Xwîndkar û afretên PDKyê hezeke mezin hene bo kar û avedankirina Kurdistanê. PDK bi piştîvanîya xebatkarên dêrîn û bi ezmûn û cemawerê dilsojê Kurdistanê, bihêztir dibe, her ji ber evê yekê jî bû, di hilbijartinên Herêma Kurdistanê û Îraqê de serkevtineke mezin bi dest xwe anî. Ji niha û paş jî, PDK bi karname û pilanên berfirehtir dikare zêdetir xizmeta doz û armancên gelê Kurdistanê bi hemû pêkhateyan ve bike.

Careke din ev bîrewerîye li hemû Kurdistanîyan pîroz be.

 

Nêçîrvan Barzanî

Cêgirê serokê Partîya Demokrata Kurdistanê

15/8/2019